Di Behra Spî de dîsa drama koçberan: 500 kes mirin

Komîseriya Bilind a Koçberan a NY, diyar kir ku bi fikar in di qezaya Behra Spî de 500 kesan jiyana xwe ji dest dabin.

Komîseriya Bilind a Koçberan a NY, diyar kir ku bi fikar in di qezaya Behra Spî de 500 kesan jiyana xwe ji dest dabin.

Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNHCR), agahî da ku di peravên bajarê Kalamata a Yewnanîstanê de keştiyeke 500 koçber barkirî qeza kiriye û di qezayê de 500 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Berdevka Başûrê Ewropa a ÛNHCE’ê Carlotta Samî got ku ji 41 kesên li peravên bajarê Kalamata a Yewnanîstanê hatine rizgarkirin ji Somalî, Sûdan û Etiyopyane ne. Samî diyar kir ku ji komekê ku  37 kes mêr, 3 jin û 3 jê zarok bûn, agahiya ku di qezayeke a Behra Spî de bûye sedama ku 500 kes jiyana xwe ji dest bidin. Koma ku navborî anî ziman, roja Şemiyê hatine rizgarkirin û roja Yekşemê anîne Kalamatayê.

Samî destnişan kir ku koçberên ku qala wan têne kirin ji nêzîkî benderek a bajarê Tobrûk a Lîbyayê li keştiyê siwar bûne, piştî demekê bi keştiyek din nêzî wan bûne û xwestine bi zorê li wê keştiyê siwar bikin. Samî da xuyakirin ku ji xwegiriya keştiyê zêdetir li keştiyê siwar kirine, ev jî bûye sedema ku qeza pêk bê.

 Samî anî ziman ku ji 41 kesên ku hatine rizgarkirin, diyar kir ku di keştiya ku qeza kirî de mirov hene û piştî qezayê bi avjeniyê xwe gihandine keştiyên biçûk û hatine rizgarkirin.