Di Artêşa Tirk de fermandarên heyî hatin teqawitkirin

Di Artêşa Tirk de fermandarên heyî hatin teqawitkirin

Şuraya Leşkerî ya Bilind (YAŞ) biryar aşkera kirin. Ji derveyî Serfermandarê Giştî Necdet Ozel ku tevayî fermandarên heyî hatin teqawitkirin, rutbeya 34 amîral û generalan hat bilindkirin, rutbeya 50 albayan jî kirin general û amîral.

Ji bo Fermandariya Hêzên Bejayî 2. Serokê Serfermandariyê Orgeneral Hulusi Akar, ji bo Fermandariya Hêzên Hewayî Orgeneral Akin Ozturk, ji bo Fermandariya Hêzên Deryayê Oramîral Bulent Bostanoglu hatin tayînkirin. Li şûna Fermandarê Giştî yê Cendermeyan Bekîr Kalyoncu jî Fermandarê EDOK Orgeneral Servet Yoruk hat tayînkirin.

Ji bo Fermandariya Akademiyên Harbê Orgeneral Yalçin Ataman, ji bo Fermandariya Artêşa Yekemîn Orgeneral Ahmet Turmuş hatin wezîfedarkirin.