Di 7 roja de li Hewlêr û Silêmaniyê 10 karkeran jiyan xwe da

Di 7 roja de li Hewlêr û Silêmaniyê 10 karkeran jiyan xwe da

Li bajarê Silêmaniyê karkerek ji avahiya ku li ser kar dikir de ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Bi giştî di nava hefteyekê de li bajarê Hewlêrê jî 9 karkeran ji ber sedemên cuda cuda jiyana xwe ji dest dane.

Duh piştî nîvro li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê karkerekî avahîsaziyê yê binavê Kerîm Ebdullah Elî yê bavê 2 zarokan, di dema karê xwe de ji avahiya ku li ser dixebitî kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Ji aliyê din di nava hefteya borî de li bajarê Hewlêrê 9 karkeran ji ber sedemên cuda jiyan xwe ji dest dan.

Ji vana 3 karker ku du jê birayên hevin, duh yek ji ber tazîbûna ceylanê û du bira jî di kargehekî hêsin de di dema karkirinê de û di 19’ê Mijdarê de jî 3 karker dema paqijkirina  tangêra gazê de jiyana xwe ji dest dan.

Salane li Başûrê Kurdistanê ji ber sedemên cud acuda de li ser kar bi sedan karker jiyana xwe ji dest didin û ta niha qet  zagonekî taybet derbarê parastina jiyana  karkeran de ji aliyê karbidestên Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ve ne hatine çêkirin.