Di 60 salî de li çepera xwe vegeriya: Ez ê xaka me biparêzim

Di 60 salî de li çepera xwe vegeriya: Ez ê xaka me biparêzim

Temenê berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê, bêsînor e. Li Kobanê ji 7 heta 70 salî berxwedanek dîrokî tê nîşandan. Mehmûd Salih Seydî yê 60 salî jî, li gel temenê xwe yê dirêj piştî ku malbata xwe anî Pirsûsê bi gotina, "Ez ê li wir xak û gelê xwe biparêzim" careke din li çepera xwe vegeriya. Keça Seydî Cehîde Mehmûd got, "Bavê min li refên berxwedanê vegeriya, em pê serbilind in". Hevsera wê Şemsê Sîno jî got, "Em ê rojekê hemû vegerin."

Li dijî hewldana dagirkirina Kobanê ya çeteyên DAIŞ'ê, berxwedana dîrokî ya YPG û YPJ'ê ket roja 68. Gav bi gav bi têkbirina çeteyên DAIŞ'ê re, hin ji Kobaniyên neçar man koçî Pirsûsê bikin vegeriyan, hin jê piştî ku malbata xwe li Pirsûsê bicih kir, li refên berxwedanê vegeriya. Mehmûd Salih Seydî yê 60 salî, ku piştî êrîşên çeteyan bi hevser û 7 zarokên xwe re ji gundê Elîşar ê Kobanê neçar ma koçî gundê Qop ê Pirsûsê bike, li Kobanê vegeriya û tevlî refên YPG'ê bû. Bavê mamosteya ciwan a zimanê Kurdî Cehîde Mehmûd Seydî Mehmûd, piştî ku malbata xwe û zarokên xwe li gund bicih kir, bi hesreta Kobanê vegeriya û di nav refên YPG'ê de cihê xwe girt.

'TEVÎ KU 60 SALÎ YE JÎ DI PARASTINA KOBANÊ DE CIH DIGIRE'

Hevsera Seydî Şemsê Sîno diyar kir ku xeyala herî mezin a hevserê wê azadbûna Kobanê ye û anî ziman ku bi gotina 'Ez ê li wir xak û gelê me biparêzim' li refên YPG'ê vegeriya. Sîno da zanîn ku tevî ku hevserê wê 60 salî ye jî xwestiye yekser di nav parastina Kobanê de cih bigire û got, "Ew ax axa bav û kalên me ne. DAIŞ çima êrîşî me kir? Çima mirov ji cih û warên xwe kir? Kurd bi van hovîtiyan re naqedin" û dstnîşan kir ku ew li dû têkoşîna hevserê xwe ye. Sîno got, "Em dixwazin ev sînor ji nava me rabin. Çawa ku Elîşar gundê me ye, Qop jî gundê me ye. Em dixwazin li mala xwe, li Kobanê ya xwe vegerin. Teqez em ê rojekê vegerin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê welatê xwe biparêzin û li ber xwe bidin."

'LI REFÊN BERXWEDANÊ KU JI DESTPÊKÊ VE DI NAV DE BÛ VEGERIYA'

Keça Seydî Mehmûd mamosteya ciwan Cehîde Mehmûd a ji Saziya Ziman a Şehîd Viyan Amara, ku hefteya derbasbûyî bi rêya ajansa me ji bo perwerdeya Kurdî ya zarokan banga şandina materyalên perwerdeyê kiribû, destnîşan kir ku ew bi bavê xwe serbilindin di temenê 60 salî de parastina Kobanê dike. Mehmûd got, "Bavê min tevlî berxwedana li Kobanê û cihê xwe di şer de girt. Bi bavê xwe re serbilind im. Ji vê derê wî û hemû berxwedêran silav dikim. Bavê min em anîn vir. Hemû pêwîstiyên me tedarik kir, piştre li refên berxwedayê ku ji destpêkê ve di nav de bû, vegeriya."