Di 25’ê Mijdarê de li dijî jinan barîkatên polîsan

Di 25’ê Mijdarê de li dijî jinan barîkatên polîsan

Jinên ku bi boneya 25’ê Mijdarê xwestin li ser Kolana Îstiklal’ê bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin. Bi sedan jinan hewildan ku barîkatê rakin.

Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê ku bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Hember Tundiya li ser Jinê ku xwestin li Taksîmê meşek li darxin lê ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin.

Bi sedan jinên ku li Meydana Galatasaray hatin gel hev, ber bi Taksîmê ve ketin meşê lê li pêş Amadeyiya Galatasaray polîsan bi barîkatê pêşiya meşa wan girt.

Jinên ku pankartên bi Kurdî û Tirkî li ser “Ji Tundiya Dewleta zilam dawî” ku hilgirtin, bi dirûşman, tîlîliyan û qêran astengiya polîsan protesto kirin. Bi sedan jinên ku ji bo hikûmeta AKP’ê û polîsan li ser hev gotina yuh qêrkirin, demek dirêj hewildan ku barîkatê rakin.

Piştî hevdîtina ku jinan li gel polîsan kirî ti encamek derneket şûnda jinan li pêş barîkatê dest bi çalekiya rûniştinê kirin. Çalekiya jinan bi qêrkirina dirûşmeyên “Ev hîna destpêke, ji bo tekoşînê berdewam”, “Hemû cih Taksîme, hemû cih berxwedane” û “wê jin êdî bêdeng nebin” berdewam dike.