Di 23 salan de 6 hezar kesî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dane
Di 23 salan de 6 hezar kesî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dane
Di 23 salan de 6 hezar kesî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dane
Li Başûrê Kurdistanê ei encama raxistina mayînên reş de di 23 salan de bi hezaran sivîlî jiyana xwe ji dest da. Êrîş û şer bi dawî bibin jî li Kurdistanê mayînên reş hêj dibe sedema jiyana hezarna kesî. Ji sala 1991’ê heta niha 14.500 kes bûne qurbanê mayînan.
Berpirsê Çapemeniyê ya Karê Mayînan a Hewlêrê Zebar Xalid da zanîn ku mayînên reş hê jî dibin sedema jiyana mirovan. Xalid ku ji Roj Newsê re axivî û wiha got: “ Ji sala 1991'ê heta îro li Herêma Başûrê Kurdistanê zêdetirî 14 hezar û 500 welatî ji ber teqîna mayin û teqemeniyan jiyana xwe ji dest dane. 8 hezar welatî jî seqet mane. "
Zebar Xalid di berdewamiya axaftina xwe de wha got: “Heta niha zêdetirî 6 hezar welatiyên sivil di encama teqîna mayin û teqemeniyan de jiyana xwe ji dest dane. Tenê îsal li parêzgeha Hewlêrê 2 kes ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar bune. Piraniya bûyerane jî li derdora qezaya Diyana pêk hatine.”
Rejîma Seddam Hüseyin di şerê navbera Irak û Irane yê salen 80'an de bi milyonan mayin û teqemenî li ser sinor raxistin. Heta niha bi hezaran welatiyên kurd ji ber wan mayin û teqemeniyan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bune. Her çendî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo paqijkirin û rakirina mayînan bi milyonan dolar xerc kiriye jîî bi dehan zevî û navçe ji mayînan nehatine paqijkirin.