Di 2014’an li Akdenîzê bi sedan kesî can da

Di 2014’an li Akdenîzê bi sedan kesî can da

NY’ê der barê ku hefteya buhrî li Girava Malta û Gîrît keştiyeke qulipiye û 500 penaber jiyana xwe ji dest da de daxwaza lêpirsînê kir.  NY’ê da zanîn ku ev komkujiyeke û got îfadeyên penaberên sax xilas bûne divê cidî bên girtin û bi vê bûyerê de hat gotin ku sala 2014’an sala ku herî zêde mirin pêk hatine ye.

Hat gotin ku keştiyeke ku bi sedan penaberên Sûriye, Misir, Sudan û Fîlîstînê têdebû, li girava Malta û Gîrîtê qulipiye û 9 penaber tenê sax xilas bûne. Li gorî îfadeyên penaberan di encama nîqaşa ku di navbera penaberan de derketiye bazirganên mirovan keştî qulipandiye.

Bûyera tê texmînkirin di 10’ê Îlonê de pêk hatiye, hat gotin ku nêzî 100 zarok jî têde bûn. Tê gotin ku ev keştî ji lîmana Damîetta ya Misirê rabûye. Hat gotin ku tacîrê irovan penaber bi zorê li keştiyê kirine, lê piştre di navbera wAn de şer derketiye û bazirganên mirovan keştî qulipandine.

EV KOMKUJÎ YE

Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan yê NY’ê Prens Saîd El Huseyîn der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar ki rku ev komkujî dê bê ceza nemîne û ji rayedarên Malta, Îtalya û Yewnanîstanê xwest komkujî bê ronîkirin. Komîser da zanîn ku divê kesê sax rizgar bûne îfadeyê wan baldar bê girtin û got li gorî îfadeyan ev komkujiye ke.