DGH û DGK-H li Wanê li polîsan da

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGK-H) ragihandin ku li Artemêtanê ya Wanê li niqteya polîsan dane.

DGH û DGK-H ragihandin ku wan bi çarçoweya pêngava ''Tolhildana Sor'' li Wanê li niqteya polîsan dane.

Di dauyaniyê de hate gotin yekîneya wan Ş. Zerdeşt Che Sor 27'ê Tebaxê li Artemêtanê ya Wanê li taxa Suphanê bi teqemeniyên bi dest çêkirî li niqteya polîsên Tirk dane. 

Hate diyarkirin di çalakiyê de çend polîs mirine û çend birîndar bûne zelal nebûye, piştî çalakiyên hêzên dagiker tax dorpêç kirine, gelek wesayitên zirxî û tîmên taybet şandine cihê çalakiyê. Her wiha hate diyarkirin yekîneya wan bi sax û silamatî ji qada çalakiyê derketine.

DGH û DGK-H'yê li dawiya daxuyaniyê aşkere kirin polîs û nobedarêr di hedefa wan de ne, wê nikaribin xwe ji xezaba wan xilas bikin û hate gotin çi kesê ku di nav polîtîkayên dagirker de be wê bibin hedefa hêrsa Tolhildana Sor.