DGH û DGK-H'ê li Stenbolê çalakî li dar xistin

DGH û DGK-H'ê li navçeya Bagcilar a Stenbolê di çarçoveya "Pêngava Tolhildana Sor" de li dijî çeteyên narkotîkê yên dewleta Tirk çalakî li dar xistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jin ên Ciwan ên Şoreşger (DGK-H) li navçeya Bagcilar a Stenbolê li dijî çeteyên narkotîkê di çarçoveya "Pêngava Tolhildana Sor" de çalakî li dar xistin. Çalakî li taxa Demîrkapiyê ji aliyê Yekîtiya Şehîd Botan Erdal ve hate kirin. Hate ragihandin ku çalakî li dijî çeteyên narkotîkê yên dewleta Tirk hatiye lidarxistin.

Têkildarî çalakiyê ev agahî hatin parvekirin: "28'ê Kanûnê li taxa Demîrkapi ya navçeya Bagcilar a Stenbolê li dijî çeteyeke narkotîkê, yekîneya me ya Şehîd Botan Erdal bi teqemeniyên bi destan çêkirî çalakiyek kirin. Bi xurtî derb li çeteya narkotîkê hate xistin. Yekîneya me gel agahdar kir û piştre dirûşm qîriya. Piştî çalakiyê gelek polîsên tîmên taybet sewqî herêmê hatin kirin. Yekîneya me bi rengekî ewle ji qadê derket."