DFG: Mîrateya Evran wê di têkoşîna çapemeniya azad de bijî
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî rojnamevan Seyîd Evran ê ku bi krîza dil şehîd bû, daxuyaniyek da û diyar kir ku mîrateya Evran wê di têkoşîna çapemeniya azad de bijî.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî rojnamevan Seyîd Evran ê ku bi krîza dil şehîd bû, daxuyaniyek da û diyar kir ku mîrateya Evran wê di têkoşîna çapemeniya azad de bijî.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî şehadeta Seyîd Evran daxuyaniyeke nivîskî weşand.
DFG’ê di daxuyaniya xwe ya bi sernavê “Bîranîna Seyîd Evran wê di têkoşîna çapemeniya azad de bijî” weşand de wiha got: "Me bi xemgîniyeke mezin nûçeya şehadeta rêhevalê xwe yê rojnameger, xebatkarê Çapemeniya Azad Seyît Evran ê ku di 22’ê îlonê de ji ber nexweşiya dil koça dawî kiriye, wergirt.
Seyît Evran jiyana xwe ji bo têkoşîna azadî ya gelê Kurd da meşandin. Bi pênûs û kameraya xwe tiştên ku li seranserê Kurdistanê diqewimîn tomar kir. Seyît Evran ê ku tevî hemû zehmetiyan qadên şer terk nekir, di salên 1990'î de meşa pîroz a ku bi Gurbetellî Ersozan re dabû destpêkirin li Bakur, Başur, Rojhilat û herî dawî li Rojava berdewam kir. Di xeta Çapemeniya Azad de şer, jiyana gelên Kurdistanê, rastiyên têkoşîn û berxwedanê ji raya giştî ya cîhanê re ragihand.
Seyît Evran di vê têkoşîna pîroz de ku bi hêz, heyecan û baweriya xwe meşiya, tevlî karwanê şehîdên Çapemeniya Azad bû. Bîranîn û mîrateya wî wê di têkoşîna mezin a gelê Kurd de bijî.”