DFG’ê rojnameger Akdemîr bi bîr anî

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Feratê (DFG) nûçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr bi bîr anî yê ku di sala 1992’an de hatibû qetilkirin. DFG’ê got ku “Pênûsa wî li erdê nema.”

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Feratê (DFG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û nûçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr bi bîr anî yê ku li Sûra Amedê di 8’ê Hezîrana 1992’an de hatibû qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kedkarên çapemeniya azad, ji ber ku rastî gihandin ber destê gel an hatin girtin, an hatin destgîrkirin û windakirin û an jî hatin qetilkirin. Yek ji van kesan jî Hafiz Akdemîr bû.

‘WÎ DEV JI LÊGERÎNA HEQÎQETÊ BERNEDA’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Piştî ku bi salan di girtîgehê de ma, wî di rojnameya Yenî Ulkeyê de dest bi nûçegihaniyê kir û di rojnameya Ozgur Gundemê de ya ku ji bo rojnamegeran bûbû dibistan, têkoşîna xwe domand. Akdemir ê ku di wan deman de di her qadê de nûçegihanî dikir, wekî gelek rojnamegeran ji aliyê hêzên kontra ve hate qetilkirin. Li pêşiya buroya rojnameyê gefa ‘Wê pênûsa were şikandin’ hatibû kirin lê Akdemîr dev ji lêgerîna heqîqetê berneda.

Rojnameger Hafiz Akdemîr di 8’ê Hezîrana 1992’an de li navçeya Sûrê ya Amedê ku wê piştre bi navê wî were bibîranîn, ji paş ve bi guleyekê de hate qetilkirin. Akdemîr li ser vê axê ne rojnamegerê pêşîn bû ku hatibû qetilkirin, mixabin ne bû yê dawiyê jî. Akdemîr pênûsa şikestî yên beriya xwe hilda û rêwiyên heqîqetê yên piştî wî jî bûn şopdarên wî. Hafiz Akdemîr hate qetilkirin lê pênûs û kameraya wî li erdê nema.

Em careke din diyar dikin ku em ê bibin şopdarên têkoşîna Hafiz Akdemîr.”