'Dewletê neviyê min ê hêj min nav lê nekiribû kuşt'
'Dewletê neviyê min ê hêj min nav lê nekiribû kuşt'
'Dewletê neviyê min ê hêj min nav lê nekiribû kuşt'
Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de dayîka bi navê Hatîce Îregur axivî û wiha got: "Dewletê naviyê min ê ku hêj min nav lê nekiribû kuşt. Dewletê keça min, zavê min û neviyê min qetil kir'
Dayîkên Şemiyê ji bo "Winda bên dîtin kujer bên darizandin" çalakiya xwe li ber Amadeyiya Cizîrê vê hefteyê jî berdewam kirin. Xizmên windayan di çalakiyê de wêneyên windayan bilind kirin û xwestin winda bên dîtin. Di çalakiyê de li gel malbatên windayan, zarokên biçûk wêneyên mezinên xwe vekirin. Rêveberên BDP'a Cizirê û KURDÎ-DER, MEYA-DER'ê jî amade bûn. Di çalakiyê de çîroka bûyera sala 1994'an li gundê Şaxê yê navçeya Cizîrê pêk hat hat vegotin. Di bombebarana balefirên şer ên Tirk de li gund Leyla Îregur, hevjînê wê Ahmet Geran, Selamet Îregur û zaroka wan a 4 mehî ku hêj nav li wê nekiribûn hatin qetilkirin.
Dayîka Leyla Îregur ku bi bombeyên balefirên şer hat qetilkirin Hatîce Îregur, çîroka keça xwe û zaveyê xwe got: "Keça min Leyla nû zewicîbû û ducanî bû. Zavê me Ehmed Geran mirovekî di halê xwe de bû. Bûka me Selamet Îregur jî çûbû mala keça me mêvanî. Dewletê di komkujiyêde neviyê min ê 4 mehî ku min hêj nav lê nekiribû kuşt. Balefirên şer ên F-16 li ser mala zavême bombe barandin û 4 kes qetilkirin. Kujerê 4 kesan dewlete û diyar e. Em dê heta dawî li mafê xwe bigerin û biparêzin."
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.