Dewletê mirin danîbû ber êsîran

Polîs û leşkerên dîlgirtî di 7'ê Hezîrana 2018'an de ji kamerayan re axivî bûn û diyar kiribûn ku dewlet hem wan ji nedîtî ve tê hem jî jiyana wan dixe metirsiyê.

Artêşa Tirk bombe li kampa li Garê barand ku leşker, polîs û personelên MÎT'ê yên dîlgirtî lê bûn û bi vî rengî 13 ji wan kuşt. Dewleta Tirk bi desthilatdarî, artêş û medya xwe dest bi sûcdarkirina PKK'ê kir. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel jî bi daxuyaniyekê ragihand, tevî ku dihate zanîn êsîr lê ne û kes nikare jê bi saxî bifilite, sê rojan bombardûmaneke giran li kampê hate kirin û şerekî giran li hundir û derveyî kampê hate kirin. Fermandariyê diyar kir ku armanc ji vê yekê rizgarkirina êsîran nebû, armanc îmhakirina wan bû. Dewleta Tirk ji bo têkçûna mezin a li Garê û sûcê şer ê artêşa xwe binixumîne, gelekî hewl dide. Hikumeta Tirk ku dîlgirtina personelên xwe, hewldanên 5-6 salan ên malbatên wan û saziyên mafên mirovan ji gelê Tirkiyeyê veşart, bang û hewldanên ji bo berdana wan ji nedîtî ve hat, piştî ku qetil kir hem li hundir hem jî li derve dest bi karê têkiliya bi gel re kir. Halbûkî personelên dewleta Tirk ên dîlgirtî bang li dewletê û desthilatdariyê kiribûn.

Hikumeta Tirk, hem ji bo polîs, leşker û personelên MÎT'ê yên dîlgirtî nekete nava hewldanan, hem jî bi êrişên hewayî jiyana wan dixist nava metirsiyê. 9 leşker û polîsên dîlgirtî dixwestin ku ji bo dawî li dîlgirtinê bê anîn bikevin nava hewldanan. Leşker û polîsên dîlgirtî 7'ê Hezîrana 2018'an ji ANF'ê re axivî bûn, diyar kiribûn ku şer çareserî nîne, dewlet wan ji nedîtî ve tê û jiyana wan dixe metirsiyê. Wiha axivî bûn:

KES XWEDÎ LI ME DERNAKEVE

SEDAT SORGÛN: Ez ji Erzîromê me. Min li Girtîgeha Tîpa F a Wanê leşkerî dikir. Dema ku çûm betlaneyê, 13'ê Tebaxê di kontrola rê ya gerîlayên PKK'ê de hatim girtin. Nêzî sê sal in li vir im. Rewşa min a tenduristiyê niha baş e. Pirsgirêk nîne. Heta niha kesek li me negeriya, kesî li me nepirsî. Partiyên mûxalefetê, hikumet û artêş heta niha li me negeriya, kes xwedî li me derneket.

24'ê Hezîranê li Tirkiyeyê hilbijartin tê kirin. Gelek namzet ji bo Serokkomariyê û parlamenteriyê li ber xwe didin. Kêm jî be ji radyoyê em li wan guhdarî dikin, her tiştî ji hev re dibêjin. Lê belê mîna ku em nînin, kes me naxe rojeva xwe.

Gelo heta niha kîjan pirsgirêk bi çekê çareser bû, ku pirsgirêka Kurd çareser bibe. Bi dîtina min eger her du alî bikevin bin bar wê pirsgirêk demeke dirêj dewam neke.

Em di pêvajoya hilbijartinê de ne. Eger hûn van dîmenên me bigihînin hikumetê, mûxalefetê û namzetên nû yên parlamenteriyê, dibe ku hinek jê rabin û li me bipirsin. Em dixwazin ew xwedî li me derkevin.

DIVÊ PARTÎ BIKEVIN DEWRÊ

UMÎT GICIR: Ji Balikesîrê me. 21'ê Îlona 2016'an li cihekî navbera Colemêrg-Çelê di kontrola rê ya PKK'ê de dîl hatim girtin. Li jenderme ya navçeya Çelê dixebitim. Hîn du meh nebû bû ku li wir hatim wezîfedarkirin. Nû hatibûm Çelê.

Em dixwazin tiştek ji bo me bê kirin. Em li bendê ne ku siyasî, saziyên civakî yên sivîl û rayedarên dewletê piştî du salan êdî ji bo me tiştekî bikin. Tiştekî ku em bikin êdî nema ye.

Aliyên siyasî, mûxalefet, kî dibe bila bibe, komeleya mafên mirovan, saziyên civakî yên sivîl em ji hemûyan hêvî dikin ku êdî bikevin dewrê. Ji hikumetê, ji CHP'ê, ji HDP'ê û her kesên ku min nekarî navê wan bêjim, em dixwazin ku ji bo me tiştekî bikin.

Em ji malbatên xwe jî hêvî dikin ku ji bo me tiştekî bikin. Bila zanibin ku rewşa me baş e.

EM LI BENDA ALÎKARIYA HER KESÎ NE

SEMÎH OZBEY: Ji Meletiyê me. 17'ê Îlona 2015'an dema ji Dersimê ji bo betlaneyê diçûm Meletiyê dîl hatim girtin. Em ji her kesî li hêviya alîkariyê ne. Sê sal in li vir im. Nizanim bê kes ji bo me hewl dide, lê çi ji destê kê tê em li bendê ne ku bikin. Komeleya Mafên Mirovan, rêxistinên civaka sivîl çi ji destê kê tê em li bendê ne ku bikin. Bila ji bo me têbikoşin.

ÇIMA TIŞTEK NAYÊ KIRIN?

ADÎL KABAKLI: Ji Osmaniyeyê me. Min acemîtiya leşkeriya xwe li Etîmesgût a Enqereyê kir. Pştre li aliyê Dersimê ji aliyê PKK'ê ve dîl hatim girtin. Nêzî sê sal in li vir im. Heta niha ji bo me tiştek nehatiye kirin. Ev sê sal in em li radyoyê guhdarî dikin, lê kes qala me nake. Navê me jî nayê bilêvkirin. Bendewariya me ji dewleta me ye.

Em ji her kesî tiştekî hêvî dikin, lê kes tiştekî nake. AKP, CHP, kîjan partiya siyasî dibe bila bibe, em ji vir bang li hemûyan dikin. Çima ji bo me tiştek nayê kirin?

NAVÊ ME JÎ BILÊV NAKIN

MUSLUM ALTINTAŞ: Li Rihayê, Xelfetiyê me. 5'ê Tebaxa 2015'an min wezîfeya xwe ya leşkeriyê dikir. 2'ê Cotmeha 2015'an li Dersimê hatim girtin. Heta niha, yanî 3'ê Hezîrana 2018'an ez di destê rêxistinê de me. Bang li rayedarên hikumetê û dewletê dikim. Em li bendê ne ku hem ji bo me hem jî ji bo malbatên me tiştekî bikin. Ewqas parlamenter, siyasetmedar hene, lê ji bo me tiştekî nikarin bikin, ya jî nakin. Kemal Kiliçdaroglû meşa edaletê kir. Gelo ji bo me nikare tiştekî bike? Bila hikumet jî êdî ji bo me tiştekî bike. Gelo wan em ji welatîbûnê derxistine? Li ti cihî navê me nînn ziman.

ME JI KESÎ TIŞTEK NEBIHÎST

MEVLÛT KAHVECÎ: Ji Eskîşehîrê me. 21'ê Îlona 2016'an, dema ji bo çêkirina qeyda ezmûnê ji Çelê diçûm Colemêrgê dîl hatim girtin. Nêzî du sal in li vir im. Me hewldanek ji bo xwe nedît, dengekî ji bo me nebihîst. Dema hilbijartinê ye, mûxalefet çi Partiya Vatan, çi MHP an jî desthilatdar AKP, ji bo me tiştek negotin.

DIVÊ EM ÇI BIKIN?

SEDAT YABALAK: Ji Mersînê me. Karmendê polîs im. Li Rihayê wezîfedar im. 28'ê Tîrmeha 2015'an dema ji Erzîromê diçûm Rihayê li ser rêya Amed-Licê hatim girtin. Ji wê rojê û vir ve -3'ê Hezîrana 2018'an- di destê PKK'ê de me.

Ji vê derê bang li rayedarên dewletê dikim. Bila ji bo me êdî tiştekî bikin. Me heta niha nebihîstiye ku ji bo me tiştek kirine. Gelo ji bo ku ji me re tiştekî bikin divê em fermandarekî payebilind, walî, qeymeqam an jî gelekî dewlemend bin? Divê em çi bikin? Ya jî em li vir çi ne? Gelo em ne leşker, polîs, xebatkarên dewletê ne?

BILA ME JI NEDÎTÎ VE NEYÊN

SULEYMAN SÛNGÛR: Ji Sêrtê me. Li Çewlikê leşkeriyê dikim. Li ser rêya Amed-Licê di kontrola rê ya PKK'ê de hatim girtin. Sê sal in girtî me. Haya min ji dayik, bav, ji kesekî min nîne. Em ji CHP, MHP, AKP, HDP'ê, ji hemû partiyên siyasî tiştekî hêvî dikin. Gelek cejn derbas bûn, haya me ji dê û bavê me nîne. Bila me ji nedîtî ve neyên, em li benda wan in. 40 sal in şer dewam dike, lê tiştek bi dest neket. Tenê mirov mirin. Em jî aştiyê dixwazin, bila mirov nemirin. Em dixwazin bigihêjin malbatên xwe.

ÇIMA DEWLET ME NAXWAZE?

HUSEYÎN SARI: Ji Merşeê me. Li Sarikamiş a Qersê wezîfedar im. Çawişê pispor im. 13'ê Tebaxa 2015'an dema ji Sarikamiş a Qersê diçûm Mereşê hatim girtin. 16'ê Tebaxa 2015'an daweta min hebû. Di fermiyetê de ev sê sal in zewicî me, lê belê ji ber ku daweta me nebû, ev sê sal in bi hevsera xwe re em cihê ne. Nizanim bê niha rewşa malbata min, rewşa hevsera min çi ye. Sê sal in xwedî li me derneketin. Em di Hezîrana 2018'an de ne. Demeke dirêj di ser re derbas bû, lê em nizanin bê ji bo me tiştek hatiye kirin yan na.

Di pêvajoya hilbijartinê de em nizanin bê çi diqewime. Em nizanin bê em ê bên berdan an na? Me heta niha nebihîstiye ku partiyeke siyasî daxwaza berdana me kiriye. Cejna Remezanê li pêş me ye, ev bû cejna şeşan ku em li dûr malbatên xwe derbas dikin. Cejna Remezanê li malbata xwe pîroz dikim. Hêvîdar im em ê bigihêjin hev.

HPG'Ê HIŞYARÎ DABÛ

Ji fermandarên HPG'ê Mahîr Denîz jî di 17'ê Îlona 2019'an de ji ANF'ê re li ser mijarê axivî. Fermandar Mahîr Denîz diyar kir ku rayedarên dewleta Tirk ji bo polîs, leşker û endamên MÎT'ê yên êsîr tiştekî nakin, ji bo devera ku lê ne tespît bikin dikevin nava hewldanan û dixwazin bi êrîşên hewayî wan personelên xwe bikujin.

DEWLETA TIRK JI NEDÎTÎ VE TÊ

Fermandar Mahîr Denîz bi bîr xist ku polîs, leşker û endamên MÎT'ê 5 sal in li gel wan girtîne û ji ber meraqa malbatên wan wan beriya niha dîmen û axaftinên wan weşandine, her wiha her sal bi wesîleya cejnê kirine ku nameyê ji malbatên xwe re bişînin. Fermandar Denîz got, "Lê belê tevî vê yekê jî dewlet û raya giştî ya Tirk mîna ku ev polîs, leşker û endamên MÎT'ê nînin tevdigerin, ji nedîtî ve tên. Kesek li wan napirse."

BI ÊRIŞÊN HEWAYÎ DIXWAZIN WAN BIKUJIN

Fermandar Mahîr Denîz diyar kir ku rayedarên dewleta Tirk ji bo polîs, leşker û endamên MÎT'ê yên êsîr tiştekî nakin, ji bo devera ku lê ne tespît bikin dikevin nava hewldanan û dixwazin bi êrîşên hewayî wan personelên xwe bikujin. Fermandarê HPG'ê got, "Ji ber ku zanin bi operasyoneke bejahî nikare xwe bigihînin wan. Dewlet û îstîxbarata Tirk demeke di nava hewldaneke bi vî rengî de ye.

DIXWAZIN BIKUJIN Û ME SÛCDAR BIKIN

Du sedemên vê hene:

* Wê van êsîrên li gel me girtîne bi êrîşên hewayî bikuje û ji raya giştî re bêje 'PKK polîs û leşkerên me înfaz kiriye'.

* Polîs û leşkerên wan bi xwe jî bin ji bo rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst qîmeta jiyana mirovan nîne.

Fermandar Denîz bi bîr xist ku di sala 2008'an de dema ku li Oremarê 8 leşkerên Tirk êsîr hatin girtin rayedarên AKP'ê yên wê demê gotibûn, 'Li şûna ku êsîr bigirin ew bikuştina baştir bû'. Denîz destnîşan kir ku rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst niha bi heman zîhniyetê hewl dide polîs, leşker û endamên MÎT'ê îmha bike.

BILA BIÇIN JI AKP-MHP'Ê BIPIRSIN

Fermandar Denîz bang li malbatan jî kir: "Eger malbatên girtiyên di destê me de dixwazin zarokên xwe rojekê bi saxî û selametî bibînin hingî bila ji rejîma AKP-MHP'ê bipirsin, ji Erdogan bipirsin ku ji bo vegerandina zarokên wan çi dikin. Bipirsin jî wê nikaribin bersivekê werbigirin, ji ber ku tiştekî nakin. Weke ku min got, dewlet û îstîxbarata Tirk ji bo cihê  girtiyên di destê me de ne tespît bikin hewl didin ku dixwazin bikujin.

BILA BIPIRSIN BÊ ÇIMA DIXWAZIN WAN BIKUJIN

Em bi rengekî eşkere dibêjin: Eger tiştek bi serê girtiyan bê berpirsyar rejîma Erdogan, AKP-MHP'ê ye. Ew malbat divê beriya her tiştî ji AKP-MHP'ê, ji Erdogan re bêjin, 'hûn çima dixwazin zarokên me bikujin, hûn çima dixwazin wan bikujin'. Ji ber ku ev rejîm hewl dide wan bikuje."

NAMEYÊN WAN JI ÎHD'Ê RE HATIN ŞANDIN

Ji fermandarên HPG'ê Mahîr Denîz diyar kir ku bi wesîleya cejnê wan derfet afirandine ku êsîr nameyan ji malbatên xwe re binivîsînin û ev name ji Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re hatine şandin. Piştî ku rayedarên komeleyê agahî dan, malbat ji bo wergirtina nameyên ji zarokên wan hatin Enqereyê. Malbata name wergirtin û tevî Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û endamê Desteya Rêveberiya Navendî Racî Bîlîcî di 29'ê Gulana 2019'an de civîna çapemeniyê li dar xistin.

TURKDOGAN: EM AMADE NE BIBIN NAVBEYNKAR

Turkdogan bi bîr xist ku 20 karmendên gumrukê ên di Tîrmeh-Tebaxa 2015'an de dîl hatin girtin ji aliyê ÎHD'ê ve di 8'ê Îlonê de li Kurdistana Federe ji HPG'ê teslîm hate wergirtin û ew anîn Tirkiyeyê. Turkdogan diyar kir ku ew amade ne careke din bibin navbeynkar.

GELEK CARAN CIVÎNA ÇAPAMENIYÊ LI DAR XISTIN

Turkdogan ragihand ku bi malbatên leşker û polîsan re wan gelek caran civîna çapemeniyê li dar xistine û diyar kirin ku tevî ku wan li Meclîsê bi serokwekîlên koman ên partiyên siyasî, wezîfedarên dewletê re hevdîtin kirin, malbatan jî bi wezîran, serokwezîr û serokkomare re hevdîtin kirin jî ji bo çareseriya pirsgirêkê gav nehate avêtin.

Turkdogan hewldanên di nava çar salan de di vê mijarê de hatin kirin bi bîr xist û xwest, ji bo teslîmwergirtina leşker û polîsên êsîr her kes çi jê tê bike. Turkdogan got, "Rewşa siyasî çi dibe bila bibe, ji bo me ya girîng ew e ku ev mirov bi saxî bigihêjin malbatên xwe. Ji bo berdana wan çi bikeve ser milê me em amade ne bikin."

WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR BERSIV NEDA

Turkdogan diyar kir ku wan daxwaza hevdîtinê li Wezîrê Karên Hundir kir û got, "Hîn jî bersiva daxwaza me ya hevdîtinê nedaye."

MALBATAN BANG KIRIN

Di heman civînê de malbat jî axivîn. Bavê leşker Muslum Altintaş wiha gotibû, "Min kurê xwe mezin kir û şand leşkeriyê. Bû 4 sal, heyf e, guneh e. Min ev gotin ji dîwêr bigota wê fêhm bikira, mixabin ê li hemberî me hest pê re tune ye. Bang li dewletê dikim; hûn li pey çi ne? 4 sal in van mirovan leşkerê te dîlgirtine, lê tu dibêje 'ez pê re li hev nakim'. Gelo bila bimire? Piştre tu yê merasîma fermî bike û madalyayê bide. Dest ji van berdin em zarok nînin."