Dayîkên Şemiyê ku 402 heftene li hev kom dibin, dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û ji bo aqûbeta windayan bipirsin çalakiya "Winda diyarin, qatîl li kune?" pêk anîn. Vê hefteyê dayîka Huseyin Taşkaya Fatîme Taşkaya ku kurê wê di sala 1993'an de li Rihayê ji aliyê polîsan ve hate revandin û windakirin bertek nîşanî dewletê da û got: "Dewletê kurekî win revand û winda kir, niha jî yek ji doza KCK'ê avêtiye zindanê. Ev dewlet ji me çi dixwaze. Windakir têr nekir, niha jî digire. Tenê sûcê me em kurdin."
Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê di hefteya 402'an de li Qada Galatasarayê dîsa bi silogana "Winda diyarin, qatîl li kune?" çalakî pêk anîn. Dayîkên ku li qada Galatasarayê kom bûn, wêneyên windayan û qurnefil xistin destê xwe û pankarta "Winda diyarin, kujer li kune?" vekir û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayîkan li gel hewaya sar çalakiya xwe berdewam kir. Neviyê Kasim Alpsoy yê di sala 1994'an de hate windakirin Hêlîn û Eylem Alpsoy di çalakiyê de axivîn û xwestin hesap ji kujeran bê pirsîn. Helîn Alpsoy, anî ziman ku, kalikê wê sax bûya dê bi hev re lîstik bilîstana û wiha got: "Xwezî kalkê min li cem min bûya. Ez her hefte ji bo hesap ji kujrerê bapîrê xwe bipirsim ez dê bêm vir. Dayîka Murat Yildiz Hanîfe Yildiz helwesta hikûmetê rexne kir û wiha got: "Em dibêjin êdî bese. Em naxwazin kes aqil bidin me. Em dixwazin li şûna aqil bidin me aqûbeta windayan ronî bikin û kujeran ceza bikin."
'KUREKÎ MIN WINDA KIRIN YEK JÎ AVÊTIN ZINDANÊ'
Keça Huseyin Taşkaya Serpîl li ser navê pîra xwe Fatma Taşkaya ku kurê wê di sala 1993'an de li navçeya Sêweregê ya Rihayê ji aliyê polîsan ve hate revandin û windakirin bertek nîşanî dewletê da û got: "Dewletê kurekî win revand û winda kir, niha jî yek ji doza KCK'ê avêtiye zindanê. Ev dewlet ji me çi dixwaze. Wintakir têr nekir, niha jî digire. Tenê sûcê me em kurdin."
Ji ber ku vê hefteyê Dayîka Huseyîn Taşkaya Fatime Taşkaya nexweş bû, keça Huseyîn Taşkaray Serpîl Taşkaya nameya Dayîka xwe xwend û wiha got: "Ez bang li Serokwezîr Erdogan dikim. Berê kurekî min winda kirin niha jî yek bi operasyona KCK'ê girtin. Ev dewlet çi ji me dixwaze? Ma sûcê me ji bo em kurdin?"
Parêzera ÎHD'ê Gulseren Yolerî jî diyar kir ku, 64 salin Danezana Mafên Mirovan hatiye erêkirin. Em dê di 10'ê Kanûnê de peyama pîrozbahiya Roja Mafê Mirovan ya Cîhanê pîroz bikin. Em 402 carin li qada Galasaraya têm cem hev û çalakiyan pêk tînin. Yolerî anî ziman ku, Huseyîn Taşkaya di 42 saliya xwe de di 6'ê Kanûna 1993'an de li navçeya Sêweregê hate binçavkirin û hate windakirin. Yolerî da zanîn ku, ji bo Taşkaya binçav bikin bi 30 maşîneyan hatin bi ser malê de girtin û wiha got:
"Operasyona ji aliyê Teymen Mehmet Şenturk û cerdevan Ahmet Bucak, Sedat Edip Bucak, Ahmet Ersin Bucak û eşîra Bûcakan Halil Beyazkaz, Îsmet Ozeyranoglu, Kemal Uzeyroglu, Mustafa Uzeyroglu cih girtin. Em bi Serokê Eşîra Bucakan û sercerdevan Sedat Bucak re axivîn. Wan jî diyar kir ku, wan girtiye û teslîmi dewletê kirine. Hemû serlêdanên wan bê encam man.