'Dewletê çav berdaye pereyê girtiyan’

'Dewletê çav berdaye pereyê girtiyan’

Derket holê îdareya Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê, ji girtiyê muebbetê Fîkret Aslan berdêla xweyîkirinê ya xwarinê xwestiye. Nûnera TUHAD-FED Şaxê Enqereyê Havva Ozcan mijar weke skandal û bêhuqûqî bi nav kir û got, "Ev mejiyê bazirganane. Dewletê çav berdaye pereyê girtiyan."

Îdareya Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê ji girtiyê cezayê girtinê yê heta hetayê (muebbet) Fîkret Aslan berdêla xweyîkirinê xwest. Piştî ku rêveberiya girtîgehê di meha Sibatê de ji Aslan 728 TL weke "berdêla xwarinê" xwest, Aslan mijar bir ber destê dadgeriyê. Aslan bi "fermana dayînê" ya Daîreya Bacê ya navçeya Meletî Kûlûncakê re bi bûyerê hesiya û li Dadgeha Îdarî ya Meletiyê doz vekir. Doz hînê dewam dike.

Aslan der barê mijarê de ji girtîgehê agahî da Nûneriya TUHAD-FED a Enqereyê û got, "Herî dawî dadgehê got bi rêya wasiyekî doz dikare were vekirin û ji bo vê yekê jî ji wasî belge û erêkirina meqama wesayetê tê xwestin. Di belgeya ji Muduriyeta Mal a Kûlûncakê de tê gotin ku muduriyeta girtîgehê dê pere ji hesap bibire û bişîne. Li gorî vê yekê; birîna pere ji hesap ne huqûqî ye, ev ne hatineyeke. Malbat dişîne. Ewlekariya me ya civakî nîne. Ji bo vê tê gotin ku pereyê emanet e. Hewl tê dayîn bi awayekî dij huqûqî dest deynin ser pere."

Nûnera TUHAD-FED a Enqereyê Havva Ozcan da xuyakirin ku xwestina "heqê xwarin û vexwarinê" ji girtî û hikumxwaran, bê huqûqî û skandaleke. Ozcan got, "Ti aliyekî wê yê huqûqî nîne. Tu mirovan ji malbatên wan qut dikî û sirgûnî girtîgehên cihekî dûr dike. Ev jî têrê nake, di ser re pereyê xwarin û vexwarinê jê dixwazî. Eger rewş wiha be bila dewlet xwarinê nede girtî û hikumxwaran. Bila malbat xwarin û vexwarina wan ji wan re bibin. Neheqiyeke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Bi awayekî vekirî dewletê çav berdaye pereyê girtiyan."

‘MEJIYÊ BAZIRGANAN’

Ozcan ragihand ku eger pereyê îdareya girtîgehê dixwaze nayê dayîn, dê ji pereyê malbata Aslan jê re dişîne were birîn û got, "Ji xwe pereyê elektrîk, avê tê stendin. Malbat ji xwe di nava rewşeke nebaş a madî de ne. Nikarin bê serdanê jî, nikarin bi têrkerî pere jî bişînin. Ev yek bi temamî mejiyê bazirganan e."

Par ji Muslum Tikiz ê li Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê dima, weke berdêla xweyîkirinê ya navbera salên 2006-2008'an li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê, 4 hezar û 846 TL jê hatibû xwestin. Tikiz der barê mijarê de nameyek ji Navenda Giştî ya BDP'ê re şandibû û gotibû, "Du zarokên min û hevsera min ji xwe di rewşeke nebaş a aboriyê dene. Bi neheqî, bi tenê ji ber ku ez Kurd im min avêtin girtîgehê, di ser re jî pereyê xwarinê dixwazin. Başe ez dipirsim, hesabê yên ku azadiya min ji destê min girtine kiyê bide? Rewşa min a aboriyê têra dayîna vî deynî nake. Ez ji raya giştî jî dixwazim ku hestiyar be û li hemberî vê neheqiyê bêdeng nemîne."