Dewleta Tirk vê carê jî li Sûr û Silopiyayê dest datîne ser malên gel

Dewleta AKLP'ê, ku li Sûr û Silopiyayê komkujî kir, lê nikarîbû berxwedana gelê Kurd bişikîne, vê carê jî bi biryara 'cemawerîkirinê' re hewl dide dest deyne ser xaniyên gel.

Desteya Wezîran a Hikûmeta AKP'ê, têkildarî navçeya Amed Sûr û navçeya Şirnex Silopiyayê ku bi êrîşên xwe yên qirkirinê re wêran kir, biryara cemawerîkirinê ya 'lezgîn' stend.

Biryara 'cemawerîkirinê' ku tê wateya desteserkirina malên gel, di rojnameya fermî de îro hat weşandin.

Li gorî vê yekê, biryara desteserkirinê wê li taxên Abdaldede, Alîpaşa, Cemal Yilmaz, Camîîkebîr, Cevatpaşa, Dabaoglû, Hasirli, Înonu, Îskenderpaşa, Lalebey, Malîkahmet, Ozdemîr, Suleymangazî, Savaş, Şemhane, Ziyagokalp ên Sûrê derbas bibe.

Bi heman biryarê re wê li taxa Koçkler a navçeya Yenîşehîrê û navenda Yenîşehîrê jî derbas bibe.

Li Silopiyayê jî wê li taxên Barbaros, Başak, Cûdî, Karşiyaka, Harûn Boy û Yeşîltepe malên gel werin desteserkirin.