Dewleta Tirk û hevkarên wê li Parîsê hatin şermezarkirin

Li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê Kurdistaniyan Diyar Xerîb bi bîr anîn û dewleta Tirk û PDK şermezar kirin.

Qetilkirina Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb bi komplo û xiyanetê, li banliyoya Villiers-le-Bel a paytexta Fransa Parîsê hate şermezarkirin.

Kurdistanî bi vê armancê li ber Gara Trenê ya Villiers-le-Bel li hev kom bûn û pankartên bi nivîsa "Dagirker, xiyanetkar, dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehimin" hildan.

Mûrat Vanli bi navê çalakgeran axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Varli bal kişand ser şehadeta Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb û got, "Em wan hêzên herêmî-hevkar-xiyanetê û PDK a ku tevlî vê komployê bûye protesto dikin."