Dewleta Tirk pêşenga dijminatiya Kurd e -GOTAR

Faşîzma AKP-MHP´ê ya ku li Efrînê sivîlan, jin û zarokan dikuje û hêzên wê yên dagirker wê bi bin bikevin; Efrîn wê bibe havênê demokratîkbûna Rojhilata Navîn.

Faşîzma AKP-MHP´ê dijminatiya li dijî Kurdan  raxistiye ber çavan. Siyaseta vê desthilatdariyê ya Rojava, dewra wê di dagirkirina Kerkûkê de û hewldana wê ya dagirkirina Efrînê, li ber çavan raxistiye ku ew di dijminatiya Kurdan de pêşeng e. Tevî ku siyaset û pêkanînên wê yên van salên dawiyê li ber çavan in, nabe ku mirov hîna jî fêm neke ku dewleta Tirk di dijminatiya Kurdan de pêşeng e. Eger hîna jî hinek hebin ku di vê rastiyê nagihîjin, ew êdî ew kes in ku weke Kurd najîn, weke Kurd nafikirin. Kurd jî bin, ew ji Kurdbûnê qut bûn e. Divê em vê yekê nexasim derxin pêş ku ev çend salên dawiyê ji bo Kurdan bûne salên girîng ên bîrewerbûnê. Nexasim di gihîştina xisleta dijminên Kurdan de van salan dane û agahiyên girîng derxistin holê. Bûyerên van çend salên dawiyê qewimî û bîreweriya li ser vî bingehî çêbûyî, wê ji bo ku Kurd bigihîjin jiyana azad û demokratîk bi roleke gelekî girîng rabin. Kurdên ku ev bîrewerî bi wan re çêbû, wê mutleq bigihîjin jiyana azad û demokratîk. Lawaziya herî mezin a Kurdan heta bi beriya demeke kurt ew bû ku nedikarîn dost û dijminan rast ji hev bikin. Li ser vê mijarê kêmasiyên û şaşiyên cidî hebûn. Bûyerên ku di nava van çend salên dawiyê de dayî der, daneyên gelekî girîng derxistin holê ji bo ku kêmasiyên li ser vê mijarê ji holê bên rakirin. Ji ber vê yekê, Kurd wê têkoşîna xwe bi awayekî bitesîrtir û bêhtir encamgir bi rê ve bibin. Ji ber ku di serketina têkoşînekê de rola diyarkirina rast a dost û dijminan gelekî mezin e.

Heta ku Kurd fêm nekin ku Tirkiye di dijminatiya Kurdan de pêşeng e, nikarin siyaseta rast biafirînin, nikarin têkoşîneke rast bikin. Dewleta Tirk bi pêkanînên xwe ev rûyê xwe eşkere derxistiye holê. Êdî hatiye fêmkirin ku Tirkiye ne ku bi tenê dijminê Kurdên Bakurê Kurdistanê ye, ew dijminê Kurdên Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ye jî. Li her devera dinyayê siyaseta dijminatiya Kurdan bi rê ve dibe. Bi wî rengî ku mijara herî zêde bi Ewrûpayê re dipeyive, ev e. Ji welatên Ewrûpayê dixwaze ku tevahiya rêxistina Kurdên li wir ji hev belav bike, zextê li Kurdên siyasîbûyî bike yên ku doza jiyana azad û demokratîk dikin. Bi wî rengî ku siyasetekê dike ku armanca wê ew e ku Kurd li dinyayê nikarin bîhnê bidin û bistînin.

Tevahiya pirsgirêkên wê yên bi DYA û welatên din re bi tevahî elaqedarî Kurdan in. Kî destekê bide siyaseta qirkirina Kurdan, ew ji bo Tirkiyeyê dost û hevgirekî baş e. Pîvana dost û hevgirbûna baş ji bo dewleta Tirk ew e ku weke wê dijminatiya Kurdan bikin. Tevahiya dewletên dinyayê û hêzên siyasî ev rastiya Tirkiyeyê baş dîtine. Heta çawa ku Rûsya dike, hêzên wisa hene ku ev rewş dîtine û ji vê rewşê hewl didin berjewendiyên xwe misoger bikin. Ne tenê Rûs, Ewrûpa û DYA jî ji bo ku berjewendiyên xwe misoger bikin, vê hesasiyeta li ser vê mijarê Tirkiyeyê bi kar tînin. Mînaka vê yekê ya herî şênber ew e ku Rêber Apo hêsîr kirin û dixwazin Tirkiyeyê bêhtir bi kar bînin. Pirr baş tê zanîn ku komploya navneteweyî kirin da ku Tirkiyeyê bêhtir bi kar bînin.

Berxwedana Efrînê, bi roleke wisa radibe ku mejî û hizra Kurdan zelal dike. Tevî ku helwesta Tirkiyeyê di dagirkirina Kerkûkê de pirr eşkere bû, nexwestin vê rastiyê zêde bibînin. Heta hin derdorên siyasî ketin nava xeflketeke bi wî rengî ku bêhtir peywendiyan bi Tirkiyeyê re bi pêş bixin. Lê belê, berxwedana Efrînê ev hêzên di nava xefletê de ji nû ve dan hizirandin. Kir ku ew jî li ber dagirkirina Efrînê rabin. Berxwedana Efrînê wê di netewebûna Kurd de bi roleke gelekî girîng rabe. Berxwedana Kobanê jî di bipêşketina vê helwêsta neteweyî de tesîr kir. Lê belê Efrîn, bi rengekî ji Kobanê bibihure, tesîrê li helwêsta neteweyî ya Kurdan dike. Berxwedana Efrînê sînor ji holê rakirin û hestên Kurdên li hemû beşan hevpar kirin. Careke din hatiye fêmkirin ku Kurd tenê bi yekîtî û dema destekê bidin hev wê bigihîjin jiyana azad û demokratîk. Dema ku em behsa vê dikin, em behsa rastbûn yan jî bipêşketina meylên netewe-dewlet yan jî miliyetperest nakin; em vê dibêjin da ku qanûna azadiya jiyana azad û demokratîk ji bo Kurdan li her beşê bê dîtin û mirov lê serwext bibin. 

Gelê Kurd û berxwedêrên li Efrînê berxwedaneke dîrokî dikin. Bi hêza moral a ku ji yekîtiya Kurdan û desteka gelên dinyayê digirin, berxwedaneke mezin dikin. Eger Rûsyayê meydana hewayî li Tirkiyeyê venekira, dewleta Tirk wê di demeke kurt de derb bixwara û bişikesta. Ji ber ku îradeya şerkirinê ya artêşa Tirk li dijî şervanên azadiyê nemaye. Bi tenê eger bi balafir û topan her deverî bi erdê re bikin yek, dikarin bi pêş ve biçin. Ji ber vê yekê, bi kuştina sivîlan hewl didin ku gel ji deverê bidin revandin. Lê belê ji ber ku gelê Kurd pirr baş ji siyaseta qirêj a şer a dewleta Tirk fêm kiriye, cihûwarên xwe bernade; bi zarokên xwe re li ber xwe dide.

Çawa ku Berxwedana Kobanê bi desteka gelê Kurd a li her deverî û bi wê yekê ku gelên dinyayê li cem Berxwedana Kobanê cihê xwe girtin, bi ser ket, Berxwedana Efrînê jî bi desteka gelê Kurd a li hemû beşan û bi wê yekê ku gelên dinyayê li cem berxwedêran cihê xwe bigirin, wê bi ser keve.

Faşîzma AKP-MHP´ê ya ku li Efrînê sivîlan, jin û zarokan dikuje û hêzên wê yên dagirker wê bi bin bikevin; Efrîn wê bibe havênê demokratîkbûna Rojhilata Navîn.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA