Dewleta Tirk li sînorê Efrînê xendekan dikole
Dewleta Tirk li sînorê Efrînê xendekan dikole
Dewleta Tirk li sînorê Efrînê xendekan dikole
Ji heyeta Efrînê ya ji bo pêşvebirina têkiliyên cîrantiyê di 31'ê Cotmehê de li Enqereyê dest bi danûstandinan kir re, dewleta Tirk bi kolandina xendekên li ser sînor bersiv da.
Dewleta Tirk a ku li xeta sînor a ku çeteyên DAIŞ’ê lê serdest in tedbîran nagire, li Rojhilata Navîn sînorên qadên bi ewle bi xendekan dikole û ambargoyê kûr dike. Leşkerên Tirk careke din di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de xendek koland
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, leşkerên Tirk di navbera Efrîn û Bakurê Kurdistanê de xendek kolane. Maşînên leşkerên Tirk li xeta sînor, gundê Nesriye û Hemame ya li Cindêrise ya Efrînê xendek kolan. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku leşkerên Tirk li heman herêmê beriya êrîşa Kobanê hêzên leşkerî zêde kirine û gule berdane hewayî.
Lê balkêşe ku kolandina xendekan dîsa rastî demek ku heyeteke rêveberiya Efrînê bi Enqereyê re hevdîtin pêk dianî, rastiye.
DIJMINAHIYA LI DIJÎ KURDAN SÎNORAN NAS NAKE
Dîmenên çeteyên DAIŞ’ê yê serjêkirinê di çapemeniya civakî de digerin û di van rojan de leşkerên tirk di heman rê de dimeşin. Du roj berê leşkerên Tirk li sînorê Rojava û Bakur, li herêma Efrînê li gundê Dêrsîwanê ya navçeya Şera, guhê welatiyê bi navê Menan Hesen jêkiribû. Bûyer dema ku Hesen derbasî Bakurê Kurdistanê dibû pêk hat.