Dewleta Tirk li Hannoverê hate şermezarkirin

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê dijîn, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê meşiyan.

Meşa ku ji ber HBF a Hannoverê dest pê kir li ber Konsolosxaneya Tirk veguherî mîtîngê.

Di çalakiyê de ku polîsên Hannoverê dor lê girtibûn, sê kes ji ber ku dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriyan ji bo demeke kin hatin binçavkirin. Li ser vê yekê girseya gel dest bi çalakiya rûniştinê kir û piştî ku kesên hatin binçavkirin serbest hatin berdan, dawî li çalakiya xwe anî.

Ji bo çalakiya îro ya saet 14'an banga tevlîbûnê hate kirin.