Dewleta Tirk li Efrînê 10 sivîl revandin

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê 10 sivîl revandin. Ji destpêka dagirkeriyê hate niha bi hezaran sivîl hatine revandin.

Çavkaniyan ji navçeya Mabata ya kantona Efrînê diyar kirin ku çeteyên polîsên leşkerî yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 16`ê Îlonê 3 welatiyên ji gundê Kobakiyê revandin. Hate diyar kirin ku navê sivîlên hatin revandin evin; Edhem Hemo, Mihemed Resûl Mistefa û Basil Abdulrehman Mistefa.

Ji gundê Birîmca çavkaniyekê diyar kir ku çeteyên polîsên leşkerî 15`ê Îlonê 5 sivîlên bi navê, Faîq Sebrî Mûsa, Mihemed Henan Mûsa, Welîd Mistefa Mûsa, Xelîl Mihemed Osman û Mistefa Mihemed Seydo revandin e.

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku malbatên kesên hatîn revan ji bo xizmên wan werin berdan fîdye dane.

Her wiha çeteyên artêşa Tirk roja 13`ê Îlonê li gundê Çobana ya navçeya Cindirêsê, Cemîl Hemo (55) û kurê wî Dilgeş Hemo (28) revandin e.

SÛCÊN ŞER

Dewleta Tirk li herêmên dagir kirî yên Bakur û Rojhilatê Suriyê weke sîstematîk şer û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne. Destwerdana li sivîlan hema bêje bûye her roj. Sivîl piranî ji bo xwestina fîdye tên revandin. Di salên dawî de bi hezaran sivîl bi vî şêweyî revandin, êşkence kirine, hinek jê bi hovane hatin qetilkirin, ji hinekan jî hîn tu agahî nayê girtin.

Di nava hefteyê de jî Neteweyên Yekbûyî jî bal kişandin li ser sûcên ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk dike wiha rêz kir: “Tecawuz, dizîn, bi zorê dest danîna li ser milkê xweser, tinekirina mîrasên çandî.”

Bechelet ê Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê NY’ê jî 18’ê Îlonê bi daxuyaniyekê diyar kir ku tiştên ku li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de tên jiyîn, sûcê şerin û got: “Di bin berpirsyariya Tirkiyê de ye.”