Dewleta Tirk li Awûstûrya û Kanadayê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li Awûstûrya û Kanadayê tevî dostên xwe daketin qadan û êrişên dagirker û qirker ên dewleta Tirk şermezar kirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Kurdistanî tevî dostên xwe li ber avahiya operayê li hev kom bûn û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengalê û Mexmûrê şermezar kirin.

Girseya gel bang li hikumeta Awûstûryayê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk helwestê nîşan bide.

Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG'ê hatin hildan.

Her wiha li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin.

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, êrişên dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Kurdistanî tevî dostên xwe li ber Parlamenta Ontarîoyê li hev kom bûn û êrişên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Çalakger her wiha li ber bêdengiya hêzên navneteweyî rabûn û dirûşmên "Faşîst Erdogan", "Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehine", "Azadî ji Ocalan re" qîriyan.

Çalakî bi xwendina sirûda gerîla bi dawî bû.