Dewleta Tirk hejmara cerdevan û notirvanan zêde dike

Desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku li ber hilweşandinê ye, dixwaze hejmara cerdevan û notirvanan zêde bike.

Li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê, budçeya Wezareta Karê Navxweyî ya Tirk tê nîqaşkirin.

Budçeya wezaretê li gorî par 16 ji sedî zêde bûye û Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirk Suleyman Soylû derbarê armanca wan a sala 2021’an pêşkêşiyek kir.

Soylû diyar kir ku li gorî daneyên Mijdara sala 2020’an 579 hezar û 446 xebatkarên ewlehiya navxweyî heye. Soylû diyar kir ku 313 hezar û 729 kes girêdayî emniyetê, 203 hezar û 19 kes girêdayî jendirmeyan, 7 hezar û 90 kes girêdayî ewlehiya peravan in û 55 hezar û 609 kes jî cerdevan in.

Soylû diyar kir ku di sala 2020’an de 26 hezar û 645 kes li xebatkarên xwe zêde kirine û wê 12 hezar û 807 kesên din jî têxin kar. Soylû diyar kir ku armanca wan ev e ku hejmara notirvanan bikin 30 hezar.

Hate diyarkirin ku wê li Erzirom, Erzîncan, Hatay û Osmaniyayê jî cerdevanan îstîhdam bikin û 1500 telefonên bi aqil li cerdevanan were belavkirin. Soylû diyar kir ku nivîsbariyeke taybet a ji bo cerdevanan li van telefonan hatiye barkirin.