NÛ BÛ

Li Tişrînê şerekî giran diqewime

Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser Tişrînê ku demeke dirêj e hewl dide dagir bike. Bi bersiva şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re şerekî giran destpê kir. Dagirker her wiha bombeyan li gelek deveran dibarînin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) careke din bombe li Bendava Tişrînê barandin. Bendava ku ji bo elektrîka herêmê cihekî stratejîk e, ji ber êrîşan li ber teqînê ye.

Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş birin ser bakurê bendavê. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bersiv dan. Tê gotin, li qadê şer diqewime.

Bi dema herêmî saet di 11:20'î de bi balafirên keşfê û topbaranê derdora bendava Tişrînê bi giranî hate bombekirin. Metirsiya li ser teqîna bendavê mezin dibe.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di heman demê de gundên Mixlet, Um El Beramil û Himeydê yên li navçeya Silûkê ya Girê Spî bombe kirin.

Li gundê Girzîro yê Girkê Legê dewleta Tirk a dagirker bi SÎHA'yê bombe li wesayitekê barand. Agahiyên berfireh bi dest neketin.

Gundên Tewîla û Til Tewîl ên li rojavayê Til Temirê jî bi topan hatin bombekirin.