'Dewleta Tirk bi mejiyê qirker ê 1915'an tevdigere'

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê diyar kir kir ku dewleta Tirk zîhniyeta xwe ya qirkirinê ya 1915'an didomîne û got, "Heta ku hesab nede nikare demokratîk bibe."

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê bi wesîleya salvegera 103'an a Qirkirina 24'ê Nîsanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Em lenetê li zîhniyeta Seyfo/Qirkirinê ya 1915'an tînin, Asûrî/Suryanî/Keldanî, Ermenî, Yahûdî û mirovên Pontûs ên di vê qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Komara Tirkiyeyê ji dema ava bûye û vir ve zext û zordariyê li gelan dike û ji ber ku exlaqa dewleta Tirk nîne, hê jî hewl dide Seyfo/Qirkirina 1915'an înkar bike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heta dewleta Tirk hesabê Qirkirina 1915'an nede nikare demokratîk bibe, nikare pirsgirêka xwe ya Kurdan û gel û baweriyên din çareser bike. 

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê diyar kir ku Împaratoriya Elmanyayê ya wê demê, Alayên Hamîdiye, Teşkîlatî Mahsûsa û Îttîhat Terakkî hevparê sûcê hatiye kirin e.

'ÊDÎ ALTERNATÎFA GELAN HEYE'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk, hikumeta AKP'ê bi mejiyê Îttîhat Terakkî êrîşî gelê Kurd, gelan, demokrat û rewşenbîran kiriye, qîma xwe bi qirkirina siyasî neaniye û Efrîn a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ku bi keda gelan hatiye avakirin, dagir kiriye. Kapîtalîzma cîhanê, paşverûtiya Rojhilata Navîn, Îslama siyasî û zîhniyeta netewe dewlet, li pêşberî berxwedana demokrasiyê ya 57 rojan a gelan, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng man. (...) Bêguman vê carê alternatîfa demokratîk a sêyemîn a gelan heye û gel li dijî kapîtalîzm, mêtingerî, paşverûtî, mezhebperestî, neteweperestî, nîjadperestî û faşîzmê bi hev re tevdigerin. Ev hevgirtina demokratîk a dîrokî wê gelan bi ser bixîne."

'DIVÊ ZEXT LI DEWLETA TIRK BÊ KIRIN'

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya cîhanê hate kirin ku ji bo hesabê Seyfo/Qirkirina 1915'an bide, pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi zîhniyeta demokratîk çareser bike zextê li dewleta Tirk bikin."