Dewleta Tirk a dagirker li Viyanayê hate protesto kirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê li Viyanayê ya ku paytexta Avûstûryayê ye bi meş û mîtîngekê hate protestokirin.

Bi pêşengiya Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk li qada Operayê bi hezaran kes hatin ba hev û ji bo şehîdên Efrîn û Kurdistanê rêz girtin. Piştî rêzgirtinê skeça li ser qetlîama li Efrînê hate nîşandan.

Girse piştre ber bi slogananên ‘Her der Efrîn e, her de berxwedan e’, ‘Bijî berxwedana Efrînê’ ber bi Konsolosxaneya Tirkiyeyê meşiya. Li vê derê serokê NCDK’a Viyanayê Nurcan Güleryüz axivî û got “Dewleta Tirkiyeyê 50 roj in qetlîaman dike û Neteweyên Yekbûyî li hemberî van qetlîaman bêdeng e.”