Dewlet êrîşê dibe ser şaredariya azad

Endama Koordînasyona PAJK'ê Koçerîn Amed got şaredariya azad li dijî şaredariya gel ji hêla hişmendî, dirûv û pratîkê ve alternatîfeke cidî ye û ji bo vê jî dewlet êrîşê bi ser de dibe.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Koçerîn Amed li ser şaredariya azad, sedemên ku ew bi xwe re anîne, bingehên wê yên îdeolojîk, modêla rêxistiniya wê û êrîşa dewletê ya li ser şaredariya azad vegot.

ŞAREDARIYA AZAD ÇIYE

Amed diyar kir şaredariya azad xweseriya demokratîk esas dibîne, ji ber ku Neteweya Demokratîk xwedî wê hişmendiyê ye ku xwe dispêrê rêveberiyên xweser û got, dewlemendiya cihêtiyan û yekîtiya wê ya azadker, bi wê rasteqîniya ku li ser zemîna xweser û azad derdikeve holê nêzîk dike û li gor vê xwe dîzayn dike. Amed got bi vê çarçoweyê xweseriya demokratîk ji perspektîfa rêxistiniya civakî radibe û domand, ''Di qonaxa pratîk de temsîla hemû gelên xwecih pêk tîne, pirzimaniyê dide ber xwe û xizmetê dike. Hişmendiya wê ya sereke pergala hevseroktiyê ye. Bi pergala hevseroktiyê bi rêxistiniya resen-xweser a jinê têkoşîna cinsî kûrtir dike, wê berbelav dike û ji hêla civakî ve hişmendiya azadkir geş dike. Rêbaz û amûrên şaredariya klasîk ku yekdestiya desthilatî pê sazûmanî bûyên, yên elît, burokratîk, xwe dispêre ser mewkî û meqaman û ji gel qut, ji holê radike. Jiyaneka sirûştê, takekes- civak, jin-mêr, ciwan-zarok, astengbûyî-yixtiyar, yekîtiya çandî û baweriyê, yekîtiyê û cihêtiyê ya li ser wekheviyê, azad û dadmendiyê dide ber xwe û hewl dide ku wê ava bike. Şaredarî û jiyaneke  wiha ye ku yek mirov mexdûr nabe, li derve namîne.

TEMSÎLIYETA WEKHEV Û HEVSEROKTÎ

Koçerî Amed bal dikişîne ser girîngiya temsîliyeta wekhev û hevseroktiyê ya di hişmendiya şaredariya azad de û bi bîr dixe, têkoşîna civaka demokratîk û asta rêxistiniya wê, dubendiya serwerî-koledariyê ya jin û mêr li pey xwe dihêle û rê li ber vedike ku li ser zemîna hevjiyana azad nasname were bidestxistin. Amed dibêje, ''Hişmendiya me ya ku ji vê rêça têkoşînê xwe xwedî dike, hişmendî û sazûmaniya pergala hevseroktiyê û temsîliyeta wekhev daye ber xwe û ev pêk aniye'' û bi domdarî dibêje, ji ber vê jî, qadên jiyana civakî, di hemû qonaxan de hewl daye ku hişmendiya bi hewldana temsîliyeta wekhev bide rûniştandin. Amed li ser hedefa pergala hevseroktiyê û şaredariya azad jî dibêje, ''Armanc dike ku di rêxistiniya civakî de ya li ser hevahengiyê, hevtemamkirinê û koordînasyona kar û rolan, tevlêkariya jinê bîne asta herî bilind, bi destpêkirina çanda demokratîk û demokrasiyê bi destpêkirina ji hevseroktiyê li hemû civakê berbelav bike.''

EKOLOJÎ Û ŞAREDARIYÊN AZAD

Endama Koordînasyoan PAJK'ê Koçerîn Amed diyar dike ekolojîkbûna şaredariya azad ku hevseroktî û temsîliyeta wekhev dayî ber xwe, yek ji taymendiya wê ya temamkar e û didomîne, ''Bi avakirina jiyana civakî ya ekolojîk, bi avakirina hevsenga sirûşt-mirov, mirov-sirûştê, bi rêxistiniyên jiyana alternatîf, bi qasî aqil, cih dide hîsan jî, zemînên civakî û mekanî verast dike, li qadên jiyanê cihên hilmstandinê ava dike. Dema hilberînê û mezaxtinê sirûştê, civakê û mirov weke nirxe esasî qebûl dike.''

Amed bi domdarî dibêje Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku li ser rêveberiyên xwecih disekine wan weke tevgera rizgakriina cîhanê şîrove dike, weke pergalên ku civak xwe rê ve dibin, ew bi xwe biryarên xwe didin û bi cih tînin, pênase dike.

DEWLET ÇIMA ÊRÎŞÊ DIBE SER ŞAREDARIYÊN AZAD

Amed herî dawî got şaredariya azad a li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, li ser hişmendiya desthilatdarîxwaziya zilamserwer zexteke giran dike û cihêtiya xwe datîne holê, şaredariya dewletî li ser hişmendiya desthilat, rant û zilamserweriyê hewl dide hebûna xwe biparêze, ya xwemalî civakê ji civakê distîne dibe dijberê civakê û ev şaredariyên dewletî ji hêla siyasî ve ji bo zexmkirina desthilatê, ji hêla aborî ve ji bo mêhtina xwîna gel, ji hêla xwecih ve jî weke mafê yek zilamî, yek seroktî têne dizaynkirin. Amed wiha dibêje, ''Tam di vê rewşê de dema ku şaredariyeke bi hşmendî û pratîkeke berevajî vê dertê holê, vê ji xwe re weke sedema êrîşê bibe ser û destser bike dibîne. Şaredariyên azad, jiyanîbûna hişmendiya rêveberiya xwecih û şaredariya xwecih e ya li ser Neteweya Demokratîk a ku xwe dispêrê xweseriya demokratîk. Bi rastiya ku şaredarî ji gewherê xwe ve rêveberî û saziya gel e, wê ji hşmendiya desthilatdarîxwaz a dewletî û sazûmanîbûna wê rizgar dike û dibe hişmendî û pratîka ku wê digihîne rastiya wê.''