Dewlet cenazeyên 21 polîsan ên li Şirnexê vedişêre

Tê gotin, cenazeyên polîsên tevgera taybet ên di şerê navbera artêşa Tirk û YPS'ê de mirin, li morgê ne.

Li Şirnexê, êrîşên qirkirinê yên çeteyên AKP/Qesrê û berxwedana bi heybet a YPS'ê dewam dikin.

Hat ragihandin, cenazeyên 21 polîsên tîmên taybet ên Tirk ku di şerê demên cuda yên li hemberî YPS'ê de hatin kuştin, li morga Nexweşxaneya Leşkerî ya 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor in. Hat hînbûn, ev her 21 cenaze yên polîsên di du hefteyên dawî de li taxên Bahçelîevler, Cûmhûriyet û Îsmetpaşa hatin kuştin e.

Tê texmînkirin, ji ber ku dewlet naxwaze kuştiyên xwe eşekere bike, ev cenaze hînê eşkere nekirine.

RASTÎ NABE BÊ NIXUMANDIN

Dewleta Tirk her çend bi hemû derfetên xwe hewl dide vê têkçûna xwe ya di şerê kirêt de veşêre, rastî nayê veşartin. Herî dawî Serokatiya Fermandariya Giştî ya Tirk dabû xuyakirin ku helîkoptera di 13'ê de li Çelê hat xistin, ji ber qezayekê ketiye. Lê belê gerîlayan dîmenên xistina vê helîkopterê weşandibûn.