Devrîmcî Karargah: Êdî bihar hat!
Devrîmcî Karargah (Biryargeha Şoreşgerî) bi peyamekê Cejna Newrozê pîroz kir.
Devrîmcî Karargah (Biryargeha Şoreşgerî) bi peyamekê Cejna Newrozê pîroz kir.
Di peyama Newrozê ya Devrîmcî Karargah (Biryargeha Şoreşgerî) de wiha hat gotin:
“Newroz li dijî mêtingeriya emperyalîzma navneteweyî û herêmî; li hember qetlîamên wan ê bi çeteyên DAIŞ’ê re dimeşînin; li hember artêş û polîsên Tirk ên ciwan, rêberên civakê yên gelê Kurd bi zindî zindî dişewitînin; li hember êşkenceyan wan ên nemerdî yên li hember cenazeyên jinên serhildêr,;bi hêza PKK, HPG, YPG, YPJ, YPS û YPS Jinê êrîşên li Kobanê vediguherîne Federasyona Rojava ya azad; êrîşên li Silopiya, Sûr û Cizîrê vediguherîne berxwedanên xwerêveberiyên serketî yên li Nisêbîn, Gever, Colemêrgê. Gelê Kurd bi hêza xwe ji Kurdistana azad re alê radike. Bi Tevgera Şoreşa Yekbûyî re ji Hatayê heta Stenbolê Tirkiyeya şoreşger-demokratîk bi hêvî dibe.”
‘DEWLET BÊ ÇARE MA’
Di peyamê de hat destnîşankirin ku “Tirs ti fêdeyê li ecel nake, êdî bihar hat. Newroz hat” û wiha dom kir: “Ev dewlet, mêtingeriya AKP-RTE li hember gerîlayê gelê Kur, li hember gelê Kurd ê bi azadiyê bawer bi temamî bê çare maye. Emperyalîzma navneteweyî li hember pêngava Rojava ya şoreşa Kurd bê çare ye. Mêtingeriya Sûriye jî, Tirk jî, Mêtingeriya Îran jî, hevkariya Barzanî jî li hember pêngava Rojava bê çare ye. Gelê Kurd ê şoreşa 19’ê Tirmehê diyarî kedkarên herêmê û cîhanê kir, Newroza 2016’an jî bi damezirandin Sîstema Federalia Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyeyê taybet dike.”
‘RÊXISTINBÛYINÊN ME YÊN DIKARIN TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN HENE’
Di peyamê de girîngiya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan hate destnîşankirin, wiha hat gotin: “Ji Hatayê heta Gaziyê; ji Cerattepe heta Bûrsayê, rêxistinbûyinek me ya dikare têkoşînê bilind bike; bi şoreşa Kurd re dikere bi berxwedana gelê Kurd re hevrêtiyê bike heye; rêxistinbûyinek me ya dikare Hezîranên Geziyê veguherîne şoreşê êdî heye.”