Destmond Tutu: Niha demê diyalogê ye

Destmond Tutu: Niha demê diyalogê ye

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê û Metranê teqawit Desmond Tutu ji bo li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin banga diyalogê kiribû û da diyarkirin ku, ji bo avakirina Tirkiyeyekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayek aştiyane şertê yekeme. Tutu got; “Rastiyên bingehîn nikarin heye bêdawîtiyê înkar bikin.” Tutu da zanîn ku, pêwîste were qebûl kirin ku gelê Kurd jî li gel welatiyên din dahatoya welatê ku parve dikin pêktînin.

Îro Înîsiyatîfa Aştiyê ya Navnetewî (IPI) ku ji bo li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser bibe, diyalog bê destpê kirin, avabûna xwe îlan kir. IPI li ser banga xwediyê Xelata Nobel ya Aştiyê û Metranê teqawit Desmond Tutu hate avakirin. Di banga ku gelek kesên di qada navnetewî de tên naskirin îmze avêtin, Tutu ji bo avakirina Tirkiyeyekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayek aştiyane weke şertê destpêkê destnîşan kir. Tutu diyarkir ku, “Rastiyên bingehîn heya bêdawîtiyê nikarin bên înkar kirin” û pêwîste were qebûl kirin ku gelê Kurd jî li gel welatiyên din dahatoya welatê ku parve dikin pêktînin.

Banga Metran Desmond Tutu wiha ye:

“Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd- Niha demê diyalogê ye

Hevdîtinên ku di serê sala 2009’an de di navbera hikumeta Tirk û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de destpêkirin û hevdîtin di dema pevçûnan de ji ber sedemên negirîng xirab bû. Li gorî me pêwîste careke din dîlayog destpê bike.

Ji bo hevdîtinên bên kirin ji bo ku serkeftî bin pêwîste were pejirandin ku, gelê Kurd jî weke welatiyên din yên jiyan dikin heman welatî parve dikin û dahatoya welat pêktînin. Rastiyên bingehîn heya bêdawîtiyê nikarin werin înkar kirin û tenê rêya rast ya di aliyê aştiyekî mayînde de diyalogek raste.

Diyalogek yekane rêye ku pevçûnan bi çareseriyekî aştiyane pêkbîne û ji bo avakirina Tirkiyeyekî demokratîk şertê destpêkê ye. Diyalogekî serkeftî hemû rêbazên din bêbandor dihêle.

Hevdîtinên aştiyê dê ji bo gelê Kurd û Tirk yê di bin siha şerekî bê dawî de hêviyekê çêbike.

Ji bo dahatoyekî hîn baştir qet dereng nîne. Niha demê çareserkirina girêkorê ye û ji bo aştiyek mayîn de demê bingeh danînê ye.

Ji ber vê sedemê em bang li aliyan dikin ku, ji bo başiya hemû gelên Tirkiyeyê, bi armanca şensek nû dayîna aştî û demokrasiyê, pêwîste careke din dest bi hevdîtinên niyet baş bikin û pêngavên pêwîst bi avêjin.

Xweda we biparêze…”

Di nava kesên piştgiriyê didin banga Desmond Tutu, Serokê Ruhanî yê Tîbetê Dalai Lama, Serok Dewletê berê yê Tîmora Rojhilat Jose Ramos Horta, Serokê Sinn Fein Gerry Adams, ji serokwezîrên berê yên DYA’yê Jimmy Carter, Serokwezîrê berê yê Norveçê Kjell Magne Bondevîk, Serokwezîrê berê yê Swêdê Ingvar Carlsson, Serokwezîrê berê yê Fînlandayê Paavo Lipponen, Serokwezîrê berê yê Danîmarkayê Ander Jorgensen û Wezîrê Derve yê berê yê Danîmarkayê Kjled Olesen jî heye.