‘Desthilatdariyê nekarî civakê teslîm bigire’

Rojnamevan Gokhan Bîçîcî diyar kir ku desthilatdarî civak ne teslîm girtiye, ne qanih kiriye û ne jî karibûye wê têk bibe. Bîçîcî bal kişand ser vî tiştî ku di her firsendê de mûxalefet hatiye kirin.

Koordînatorê Weşanê yê Giştî yê dokûz8HABER’ê Gokhan Bîçîçî diyar kir ku wan bi taga #Seçîm2018 xebata rojnamevaniya hilbijartina 24’ê Hezîranê dane destpêkirin.

dokûz9HABER  a ku navenda wê li Stenbolê ye û li gelek bajarên Tirkiyeyê nûçegîhanên wan ên şandilxwazî hene, tora ‘nûçegihaniya hemwelatiyan’ ava kirine û ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê kampanya dane destpêkirin. Têkildarî kampanyayê û hilbijartinê Bîçîçî agahiyên berfirehtir da.

XEBATÊN DOKÛZ8HABER’Ê

Bîçîcî têkildarî xebatên dokûz8HABER’ê got ku, “Me ji 30’ê Adara 2014’an û heta niha di hemû hilbijartinan de toreke taybet a nûçeyan ava kiriye. Di hilbijartina 10’ê Tebaxa 2014’an ya serokkomariyê de, di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de û di referandûma di 16’ê Nîsana 2017’an de me tora nûçeyan ava kirine.

Di hilbijartinên berê de mirovan ji xeynî Ajansa Anadolûyê dikaribûn ajansên din bişopînin û ji ber vê manîpulasyon hindiktir bû. Lê îro tablo gelekî cihê ye. Di vê hilbijartina 24’ê Hezîranê de gelek ajans hatin tasfiyekirin û yan jî ketin bin kontrola hikumetê. Ji ber vê jî di vê pêvajoyê de ji bo kesên ku ji sansurê û ji yekdengiya medyayê aciz in, em dibêjin #SendenNeHaber. Li ser vî esasî me xwest bi piştgiriya bi sedan rojnamevan û nûçegîhanên hemwelatîbûnê em bîne ba hev û li her bajarî karibin koordînasyoneke herêmî ya medyayê ava bikin. Heta niha li Edîrne, Riha, Manîsa, Edene, Antalya, Mêrsîn, Samsûn, Rîze û Eskîşehîrê gelek beşdarî çêbûn.”

‘HEKE NÛÇE NE RAST BIN EW Ê EWLEHIYA HILBIJARTINÊ JÎ TUNEBE’

Bîçîcî diyar kir ku heke nûçeyên rast neyên weşandin ew ê ewlehiya hilbijartinê jî tunebe û got, “Hemû xebatên me bi qasî ku ya rojnamevaniyê ye, di heman demê de parçeyekî girîng ê ewlehiya hilbijartinê ye jî. Li hemberî yekdestiya sermayeyê ya li ser nûçeyan vê xebata me ya bi navê Nûçegîhana Hemwelatîbûnê çalakiyekeke nûçeyî ye jî. Tirkiyeyê bi awayê girseyî di Berxwedana Geziyê de ev tişt nas kir. Di Berxwedana Geziyê de hemwelatiyan dîtin ku medyaya desthilatdariyê ya serdest sansurê dike û hemwelatiyan bi nûçegîhaniya alternatîf a medyaya civakî ava kirin. Hemwelatiyên ku nerazîbûn nîşanî sansur û zextên li ser çapemeniyê dan û rêyên alternatîf dan ber xwe.”

‘ME TORA XWE BERFIREHTIR KIRIYE’

Bîçîcî diyar kir ku wan kampanyaya xwe ya #Seçîm2018 berfirehtir kirine û got, “Me hejmara rojnamevanan zêde kiriye û bi saziyên medyayê re em hevkariyê dikin. Kes jî dikarin serî li me bidin, piştî dagirtina formê çend roj şûnde em xwe digihînin wan û peywireke li gorî wan diyar dikin.

Bîçîcî têkildarî rola medyaya civakî jî got ku, “Hêza medyaya civakî gelekî zêde bûye. Ji ber ku di vê serdemê de zextên li ser medyayê zêdetir bûye. Her ku zext zêde dibin, di pêvajoya hilbijartinê de mirov berê xwe didin nûçegîhaniya alternatîf. Ev nûçegîhaniya alternatîf jî bûye medyaya civakî.”

‘HEKE DESTHILATDARÎ BI SER BIKEVE EW Ê AZADIYA ÇAPEMENIYÊ JI HOLÊ WERE RAKIRIN’

Bîçîcî diyar kir ku heke di hilbijartina 24’ê Hezîranê de desthilatdariya heyî bi ser bikeve ew ê azadiya çapemeniyê ji holê were rakirin û got, “Lê heke civak karibe vê hêza desthilatdariyê bişkîne ew ê zext bi dawî bibin. Di heman demê de mûxalefeta civakî ji bo ewlehiya hilbijartinê êdî bi hev re tevdigerin. Bloka ‘NA’ ya di referandûmê de ji hev belav nebûye û di nava xwe de ji bo ewlehiya sindoqan têra xwe organîze bûne. Di vê serdema me de pêkanînên ji yên 12’ê Îlonê xerabtir hene, lê civak li gorî şêweya xwe li ber xwe dide. Desthilatdarî civak ne teslîm girtiye, ne qanih kiriye û ne jî karibûye wê têk bibe. Êdî desthilatdariya heyî nikare serî bi civakê re derxîne. Em jî li ser navê xwe bi vê hesta berpirsyariyê tevdigerin.”