‘Desthilatdariya AKP’ê dixwaze beriya hilbijartinên herêmî muxalefeta civakî bitirsîne’

Parlamenterê berê yê HDP’ê Kemal Bulbul anî ziman ku polîtîkaya tirsandinê ya AKP’ê bi awayekî li metropolên din cihê xwe girt, lê li Antalyayê bi kêr nehat û got: “Tişta ku tê kirin beriya hilbijartinê tirsandina civakê ye.”

Piştî 4-5 mehan ji beşdarbûna salvegera bidarvekirina pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan û çalakiyên 1’ê Gulanê li Stenbol û Antalyayê bi ser gelek cihan de hat girtin; yek ji 22 kesên ji sendîka û partiyên cuda ku hatibûn destgîrkirin, piştî îfadeya xwe ya li midûriyeta ewlehiyê hat berdan. Parlamenterê HDP’ê yê Serdema 27’an ê Antalyayê Kemal Bulbul têkîldarê mijarê ji ANF’ê re axivî.

Bulbul bi bîr xist ku sendîka, partî, komele û rêxistinên sivîl ên ku 6’ê Gulana 2023’an li hev civiyane, di çarçoveya mafên qanûnê de daxuyaniya çapemeniyê dane û da zanîn ku piştî 4-5 mehan destgîrkirina 22 kesan bi hinceta “endamtiya rêxistinê” tê wateyê ku dewlet bi mantiq û qanûnên xwe re dibe nakok.

Bulbul anî ziman ku kesên hatine destgîrkirin bêyî ku ji bo îfadeyê bang li wan bikin serê sibê bi operasyonên mezin hatine destgîrkirin û got: “Ev kes ji malên xwe bi darê zorê hatin girtin. Di nava rojê de bang li wan bihata kirin wê ji bo îfadeyê biçûna midûriyeta ewlehiyê. Çima serê sibehê bi ser cihan de tê girtin? Ji bo veşartina vê bêhiqûqiyê hincetên weke, endamtiya rêxistinê û sûcên propagandayê didin pêş. Malên Gel, DÎSK, KESK, EGÎTÎM SEN, Partiya Karkerên Tirkiyeyê, EMEP.. Van rêxistinan çi kirine? Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan ên di 6’ê Gulana 1972’an de hatin bidarvekirin, bi bîr anîn. Bibîranîna van kesan dilpakî ye, berpirsyariyeke dîrokî ye. Ne bibîranîn, lê bidarvekirin sûc e. Di daxuyaniya çapemeniyê de jî di çarçoveya qanûnên wan de ne bêqanûnî ye. Bi destgîrkirinan re li hemberî wan sazî û nûnerên wan sûcekê eşkere hat kirin.”

‘POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê LI ANTALYAYÊ BI KÊR NEHAT’

Bulbul da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê beriya hilbijartinên herêmî li hemberî hemû aliyên ku wê li dijî wî bisekinin bûye û wiha pê de çû: “Hêzên demokrasiyê yên Antalyayê li hemberî rojevên hev hestyar in. Ev kes bi heman hestyariyê dikarin Komkujiya Roboskî, Madimak û Komkujiya Gara Enqereyê bikin rojeva xwe. Di her rojevên weke pirsgirêka Kurd, jin, xizanî û ekolojiyê de dikarin bi lez û bez bi hev re tev bigerin û plansaziya çalakiyê derbixin. 6’ê Gulanê jî ji bo van hemû pêkhateyan rojeke giring e. Polîtîkaya tirsandiyê ya AKP’ê ku li metropolên din dimeşîne, bi awayekî cihê xwe girt, lê ev yek li Antalyayê bi kêr nehat. Armanc jî ew e ku beriya hilbijartinan vê qabîliyeta tevgerîna bi hev re bitepisînin.”

‘EM Ê NEHÊLIN AKP BIGIHÊJE ARMANCA XWE’

Bulbul got ku çend roj in ku operasyon û girtina bi ser malan de zêde bûn û bi bîr xist ku endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê jî beriya çend rojan bi heman awayî hatine destgîrkirin. Bulbul, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Xuya ye ku li tevahiya Antalyayê dest bi polîtîkaya zext û tirsandinê hatiye kirin. Nerehetî û aciziya AKP’ê ya ji ber windakirina şaredariyên bajarên mezin di hilbijartinên hêrêmî yên 2019’an de ji aliyê raya giştî ve tê zanîn. Tişta ku tê kirin beriya hilbijartinê tirsandina civakê ye. Rêvberên me û parêzer ji bo demildest berdana kesên destgîrkirî çi ji destê wan tê dikin. Em ê pêvajoyê bişopînin. Em ê hevgirtinê mezin bikin û nehêlin armanca AKP’ê pêk were.”