Destgîrkirina 7 rojnamegeran hate dirêjkirin
Destgîrkirina 7 rojnamegerên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hate dirêjkirin.
Destgîrkirina 7 rojnamegerên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hate dirêjkirin.
Edîtor û xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî yên ku di 4’ê Nîsanê de hatibûn destgîrkirin, li Emniyeta Stenbolê li Vatanê ne. Edîtorên rojnameyê Mehmet Alî Çelebî,Reyhan Hacioglû û Hîcran Urun, xebatkarên rojnameyê Pinar Tarlak, Ramazan Sola û Nedîm Demîrkiran û xebatkarê berê yê rojnameyê Mehmet Beyazît piştî îfadeya wan a li emniyetê ew ê îro sewqî dozgeriyê bibûna. Lê hate hînbûn ku destgîrkirina edîtor û xebatkaran ji aliyê dozgeriyê hatiye dirêjkirin.
Tê payîn ku ev e kes sibê derkevin pêşberî dadgehê
ÇI BÛBÛ?
Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di 28’ê Adarê de li ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê qeyyûm hatibû wezîfedarkirin. 20 xebatkarên Çapxaneya Gunê yên ku di 28’ê Adarê de hatibûn destgîrkirin û Gerînendeyê Karê Nivîsaran ê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî piştî ku derketin pêşberî dozger, hatin girtin.