Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê li Amedê kom bû
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bi rojevên hilbijartinên herêmî, tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê li Amedê kom bûn.
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bi rojevên hilbijartinên herêmî, tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê li Amedê kom bûn.
Civîn bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî tê lidarxistin. Di civînê de ew ê bernameya hilbijartina herêmî were diyarkirin û tifaqa li rojavayê Tirkiyeyê were nîqaşkirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên ku bi pêşengiya parlementera HDP’ê Leyla Guven tê kirin jî di nav rojeva civînê de ye. Di heman demê de mîtînga HDP’ê ya di 3’ê Sibatê de ya li Stenbolê jî di nav rojeva civînê de derdikeve pêş.
Hate ragihandin ku piştî civîna Meclîsa Partiyê ya di roja Yekşemê ew ê encamnameya civîna Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê were eşkerekirin.