"Destana Çar Stêrkên Leheng"
"Destana Çar Stêrkên Leheng"
"Destana Çar Stêrkên Leheng"
"Çar mirov, çar can, çar stêrk..Bedena xwe avêtin nava agir û tarîtiya zîndanê çirandin...Bi agirê bedena xwe roj hilanîn Ferhat, Necmî, Mehmûd û Eşref..." Herçar stêrkên gelê Kurd, di salvegera çalakiya xwe ya li dijî zilm û zordariyê de, ji aliyê gelê Kurd ve bi rêzdarî tên bîranîn.
Ferhat Kûrtay, Mehmûd Zengîn, Necmî Oner û Eşref Anyik, di şeva 18-19'ê Gulana sala 1982'an de, li zîndana tarî ya Amedê, bi şewitandina bedenên li dijî êşkence, zilm, zordarî û hovîtiya bêhempa, xwe rawestiyan. Yek ji hevalên wan ên têkoşînê siyasetmedar Mûzaffer Ayata, di pirtûka xwe ya bi navê Zîndana Amedê de, çalakiya "Çar Stêrkên Gelê Kurd" weha rave dike;
Gava tov
dikeve nava erdê
çawa germaniha rojê dimêje
di hembêza axê de
çawa şîn dibe
çawa kulîlkan vedide
çawa ji kulîlk vediguhere fêkî,
bi heman rengî
her çar can an
agirê bi çirûka mazlûm vêket
di bedena xwe de geş kirin
û jiyan neqişandin li mahsena 33.
Bi agir, bi xwîn û bi barûtê
nivîsandin herçar lehengan
destana berxwedanê.
"Wê rojê gava yên koxûşa 33'an derdikeve dadgehê, bi çalakiya Mazlûm dibihîzin. Berêvarê jî ev agahî li tevahiya koxûşê belav dibe. Mirovê herî ji rêzê jî dibêje "êdî bes e, em dawî li vê rewşê bînin." Gava Mehmûd Zengîn dibihîze dibêje, divê em jî weke Mazlûm di rêya dozê de canê xwe bidin. Nêzîkbûna Ferhat, Necmî, Mehmûd û Eşref ji vê demê û pê ve bêtir dibe û êdî di her firsendê de tên cem hev û li ser rê û rêbazên çalakiya xwe diaxivin. Necmî di heman demê de berpirsyarê koxûşê ye, nobedê bi şev jî ew bi xwe rêk û pêk dike.
Di dema amadekariyên çalakiyê de Eşref û Mehmûd ji kantîna derve 15 kilo tînerê dixwazin. Tevî ku hinekî vê bal kişand jî, 15 kîlo tîner ji Mehmûd û Eşref ên bi karê nivîsê yên koxûşê re mijbûl bûn, hat dayîn.
Her çar stêrk demeke dirêj li ser rêbaza çalakiya xwe diaxivin û bi gotina 'Mazlûm meşale pê xist, rêya derketinê û berpirsyariya me nîşan da. Niha jî dora me ye. Divê em meşaleyê ji destê Mazlûm bigirin." rêbaza çalakiya xwe eşkere dikin.
Ji bo xiyanet û tarîtiyê biçirînin, pêvajoya berxwedanê ya bi Mazlûm destpê kir xurtir bikin û agir geştir bikin, biryarê didin xwe bişewitînin. Ji bo çalakiyê jî, herçar can bi zanebûn roja 19'ê Gulanê hildibijêrin. Ji ber ku di dîroka partiyê de 18 û 19'ê Gulanê gelekî girîng e. Di 18'ê Gulana sala 1977'an de Heqî Karer ji aliyê ajan-provokatoran ve hat kuştin û di 19'ê Gulanê de jî Xelîl Çavgûn ji aliyê çeteyên feodal ve hat kuştin. Ji bo kevneşopiya bexwedanê ya partiyê demdirêj bikin û têkoşîna li zîndanan û ya derve bikin yek, biryar dan vê rojê çalakiyê lidar bixin.
ŞEVA ÇALAKIYÊ
Çend roj berî çalakiyê her çar stêrk hîn bêtir bi hesas tevdigerin û hemû alavên xwe yên bi qîmet li derdorê belav dikin. Li gorî axaftinên hevalên wan ên koxûşê, wê rojê li koxûşê coşeke mîna cejnê hebû. Her çar heval jî gelekî rehet bûn, çavên wan dikeniya. Ferhat axaftvanekî mezin bû, di axaftina xwe herî dawî de jî behsa wateya çalakiya Mazlûm kir. Axaftina xwe bi gotina 'Divê êdî em dawî li vê serberjêriya dîroka Kurdistanê bînin. Pêwîste em vê ala têkoşînê ji dest nexînin, hevdu û dozê hembêz bikin.' Yên li wî guhdarî dikirin, hîs dikirin ku tofanek nêzîk dibe, lê pê nizanîbûn ka wê çi bibe.
Necmî lîsteya nobetê dinivîsand. Eşref, Mehmûd û Ferhad ji bo nobeda 1-3 dinivîsîne. Ji bo cihê çalakiyê jî binê kazana kalorîferê ya ji derî ve nayê xuya kirin, hildibijêrin. Amadekariyên xwe temam dikin, ya herî girîng jî xwe di mejî de amade dikin û çalakiya xwe bi biryardariyek mezin pêk tînin.
Şewitandina bedena xwe, tiştekî gelekî zor û zehmet e. Êşeke mezin tê kişandin. Eger biryardarî tinebe, kes nikare vê bike. Pêwistî bi vîn û baweriyeke mezin heye, ku wê êşê karibe pêşwazî bike û xwe biser bixe. Bifikirin; çermê te, bedena te dihele, goştê te dibirêje. Li gel vê jî tu çalakiya xwe dibe serî. Ne tiştekî hêsan e. Karekî gelekî mezin e.
KÊLIYA ÇALAKIYÊ
Hemû amadekarî temam in. Qaxiz û rojnameyên li koxûşê li bedena xwe ba dan, tîner bi ser xwe û hemû alavên li derdora xwe kirin. Niftik pê xistin û teqîneke mezin...Dûre agir bilind dibe...Di nava agirê bi heybet de çar stêrk...Yên me....Dişewitin...Milên wan destên wan hînê bi hev re ne...Dirûşman diqîrin...Bimire mêtîngerî! Bijî PKK! Bimire zilm, êşkence û zext...
Bi teqîna tînerê re herkes ji xew radibin. Hewl didin fêm bikin ka çi bûyê. Ji nişka ve agirê li kazana kalîroferê dibînin. Herkes dikeve nava panîkê û li koxûşê kaos derdikeve. Nizanin wê çi bikin. Di vê kêliyê de hin kesên ku nizanîbûn çi dikin, ji bo vemirandina agir av anîn. Xwestin avê li agir bikin û vemirînin lê lehengên me ji wan re gotin: "AVÊ LÊ NEKIN AVÊ LÊ NEKIN, AGIR GEŞ BIKIN AGIR GEŞ BIKIN."