Dest danîn ser xwê û lîmona girtiyên di çalakiyê de!
Davût Barîn ê li Girtîgeha Eskîşehîrê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku gardiyanan girtine ser qawîşan û dest danîne ser xwê û lîmonê.
Davût Barîn ê li Girtîgeha Eskîşehîrê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku gardiyanan girtine ser qawîşan û dest danîne ser xwê û lîmonê.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 11’an de didome. Li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîdê Davût Barîn ê ku di greva birçîbûnê de ye bi rêya telefonê ji dêya xwe Necla Barîn re diyar kir ku li ser wan zext hene.
Dêya wî Necla Barîn diyar kir ku piştî kurê wê dest bi greva birçîbûnê kiriye, jendirme û gardiyanan girtine ser qawîşan, dest danîne ser defter, pirtûk û gelek alavan.
Barîn diyar kir ku di serdegirtina qawîşand de xwê û lîmona girtiyan jî hatiye desteserkirin û rêveberiya girtîgehê hewl dide bi vî rengî girtiyan provoke bike.