Desmond Tutu û IPI: Hevdîtinên bi Ocalan re pêngavek pozîtîf e

Desmond Tutu û IPI: Hevdîtinên bi Ocalan re pêngavek pozîtîf e

Însîsiyatîfa Aşitiyê ya Navneteweyî (IPI) diyaloga ku careke din bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate kirin silav kir. Ji pêşengên Înîsiyatîfê aşitîxwazê ji Efrîkaya Başûr Desmond Tutu got ku bi hevdîtinên diyalog û muzakereyan dê rêya aşitiyê ya di navbera gelên Tirkiyeyê de vebibe.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê IPI’yê ve hate amadekirin, diyaloga dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke pêngaveke pozîtîf hate nirxandin. Di daxuyaniyê de IPI’yê ji bo ji nû ve diyalog û muzakere di navbera her du aliyan dest pê bike bang kir.

IPI’yê vê yekê weke wêrekiya aliyan a ji bo diyalogê bi nav kir û da zanîn ku ew bi awayeke xurt piştgiriyê didin vê helwestê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê xebatên aşitiyane bimeşînin û pirsgirêk bibin rojeva navneteweyî, ji bo alîkarî ji hev bawer bikin û li hemberî hev rêzdar bin, ew ê hewl bidin.

Aşitîxwazê ji Efrîkaya Başûr û wergirê Xelata Nobelê Desmond Tutu jî dilxweşiya xwe ya ji bo diyaloga ku careke din bi Ocalan re hate destpêkirin nîşan da.

Weqfa Tutu bi daxuyaniyekê bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ku gotibû “em nikarin PKK’ê bi çekan bin bixin”.

Tutu xwest ku hemû astengiyên li pêşiya aşitî û lihevkirina gelên Tirkiyeyê bêne rakirin.

Li ser banga sermetranê teqawît yên xwediyê Xelata Nobelê Destmond Tutu, ji bo ku li Tirkiyeyê diyologa çareseriya pirsgirêka kurd ji nû ve bê destpêkirin, hat avakirin. Însiyatîfa li ser banga Desmond Tutu hat avakirin di nava kesên pêşî îmze avêtinê de lîderê Ruhanî yê Tîbet Dalaî Lama, Serokê Sinn Fein Gerry Adams, ji serokên berê yê DYA’yê Jîmmy Carter hene.