Derziya li dijî HÎV hat dîtin!

Di encama xebatên bi salan de hat ragihandin ku derziya HÎV-1 a forma bingehîn a vîrûsa AÎDS e asteng dike, hatiye dîtin.

Di encama xebatên bi salan de hat ragihandin ku derziya HÎV-1 a forma bingehîn a vîrûsa AÎDS e asteng dike, hatiye dîtin.

Li gorî kovara Nature, di lêkolîneke li navendeke lêkolînê ya li Florîda de, madeyek li dijî AÎDS'ê hat dîtin. 

Hat ragihandin ku derziya ji aliyê ekîbeke Amerîkî ve hat dîtin, meymûnên bi vîrûsa AÎDS'ê bi mehan parastiye.

Profesor Mcihael Farzan diyar kir ku derziya bi navê "ECD4-lg" li dijî vîrûsa HÎV parastineke "gelekî gelekî xurt" dike.

Lêkolîneran ragihandin ku enejksiyonek bi tenê, herî kêm 8 mehan meymûn parastiye.