Dêrsim ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin
Dêrsim ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin
Dêrsim ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin
Beriya hatina Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ku wê tevlî kongreya AKP'ê ya bajarê Dêrsimê bibe, ji bajarên derdorê maşînên zirxî û polîs hatin anîn.
Li Dêrsima ku wê Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ji bo tevlî kongreya partiya xwe ya bajêr bibe bê, serê her gavê maşîneke zirxî tê dîtin. Beriya hatina Davûtoglû, taxa Sihenk û gelek nuqteyên bajêr ên li ser rêya Davûtoglû ne, ji aliyê maşînên zirxî û polîsên tevgera taybet ve hatine dagirkirin. Li bajarê ku car carna helîkopter radibin, ji bajarên derdorê jî gelek polîs hatin bicihkirin.