Ders girtina ji dîrokê -Analîz

Mêtingerên qirrker siyaseta parçekirin û li dijî hev bikaranîna Kurdan daye ber xwe. Ev, pêkanîna wê siyasetê beramberî hêzên siyasî ye ku Osmaniyan bi sedsalan li dijî eşîran tetbîq kir. Osmaniyan timî li dijî eşîrên Kurd ên xurt, eşîrên din bi kar anîn.

Dewleta Tirk êrişên xwe yên siyasî û eskerî li dijî Kurdan zêde kirine ji bo ku di şert û mercên Şerê Cihanê yê Sêyemîn de Kurd xurt nebin, negihîjin statuyeke siyasî. Tevahiya derfetên xwe ji bo dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan seferber kirine. Siyaseta xwe ya hundir û derve li ser esasê êrişa li dijî Kurdan û pêşîgirtina li jiyana azad û demokratîk a Kurdan ava kiriye. Li hundir tifaqeke dijminatiya li dijî Kurdan a bi navê "tifaqa cumhur" çêkiriye. Li derve jî tawîz dane Rûsyayê û bi vê jî Rûsya kiriye hevparê siyaseta xwe ya qirrkirina Kurdan. Bi vî awayî di dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan hem Rûsyayê, hem jî Elmanyaya pê re têkiliyên wê yên dîrokî hene û hin endamên NATO´yê jî bi kar tîne.

Di van şert û mercên siyasî de niha jî li Başûrê Kurdistanê, hin herêmên PDK´ê bi kar tîne, êrişeke ji bo kontrolkirina hin herêmên çiyayî û hawîrdora wan daye destpêkirin. Tê fêmkirin ku bi bêdengiya PDK´ê û heta bi erêkirina wê armanca wê ew e hin deverên çiyayî kontrol bike û meydanên gerîla teng bike. Bêguman ji ber ku wê nikaribe têkoşîna gerîla rawestîne, wê êrişa xwe ya dagirkirinê her berfirehtir bike. Heta ku li Tirkiyeyê dev ji vê siyaseta qirrker neyê berdan, ev êrişkarî wê raneweste. Ji ber ku dema nikaribe Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye bike, di dawiya Şerê Cihanê yê Sêyem de Tirkiye wê demokratîk bibe û Kurdistan jî wê azad bibe. Ev jî wê bi dawî bibe bi wî rengî ku hêzên heyî yên siyasî yên niha têk biçin, ji holê rabin.

Desthilatdariya AKP-MHP´ê niha pêşengiya dijminatiya Kurdan dike. Bi dijminatiya li dijî Şoreşa Rojava û bi dagirkirina Kerkûk û Şengalê wan ev rûyê xwe eşkere nîşan da. Niha li Başûrê Kurdistanê dixwazin deverên çiyayî yên stratejîk ên ku ji bo Kurdan girîng, ji bo jiyana azad û demokratîk a Kurdan misogerî ne, dagir bikin. Bêdengiya Iraqê û PDK´ê cesaret daye vê êrişa dagirkeriyê. Di navê de çiya û geliyên Xakurkê jî ji bo dagirkirina Deşta Heyatê û Deşta Hertê êrişan dewam dikin. Gelek gund yan hatine valakirin, yan jî ketine bin kontrola hêzên dagirker de. Dema ku em li ber çavan bigirin ku beriya niha jî 15-20 baregehên wan ên eskerî jî hebûn, ev a heyî dagirkeriyeke cidî ye li Başûrê Kurdistanê. Bêdengiya hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê beramberî dagirkeriyeke di vê astê de bêîradetî ye. Heta şikestineke îradeyê îfade dike. Dewleta Tirk difikire ku îradeyeke siyasî û hêzeke berxwedanê ya hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nîne û dagirkeriyeke bi vî rengî bêperwa bi rê ve dibe. Helwesta xwe ya beramberî hêzên siyasî yên Başûr ên ku berê weke serekeşîran yan jî bi peyvên din heqaret li wan dikirin, neguhertine.

Beramberî vê rewşê, divê hêzên siyasî yên Kurd bibin xwedî helwest. Heger hêzên siyasî yên Kurd bibin yek û piştgiriya Tevgera Rizgariya Kurd bikin, berxwedana ku tevî gel bê birêvebirin, wê vê êrişkariyê bi hêsanî bişkîne. Endamê Komîteya Rêveber a PKK´ê birêz Duran Kalkan got, “Hêzên siyasî yên Başûr, bila bibin xwedî helwesteke siyasî, bila li ber dagirkeriyê rabin, em ê xwe bidin ber zehmetiyan, em ê barê têkoşînê hilgirin” û bi vî awayî îstîqametek nîşan da. Heger hêzên Başûr bibin xwedî helwêst û gel jî bixin nava tevgerê, hingê wê ne zehmet be ku Tevgera Rizgariya Kurd van êrişan bişikîne. Lê belê heger bê deng bimînin û gel nexin nava tevgerê, ev dagirkerî wê li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bibe. Dagirkerî belav bibe, berxwedan jî wê belav û xurt bibe. Lewma, hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê divê li dijî berfirehbûna dagirkeriyê helwesta xwe diyar bikin. Divê hem li dinyayê û hem jî li Rojhilata Navîn, helwesta dagirker a dewleta Tirk teşhîr bikin. Heger hêzên Başûrî li dijî dagirkeriyê bin, li dinyayê û li herêmê jî gelek hêzên siyasî wê li dijî faşîzma AKP-MHP´ê rabin. Bêdengiya hêzên Başûrî bi xwe, di serî de wê zirarê li wan bike. Ji ber ku wê îradeya wan lawaz bike, di siberojê de wê rê li ber tehlûkeyên mezintir veke.

Divê di serî de hêzên siyasî û gelê Başûrê Kurdistanê, tevahiya hêzên siyasî û gelê li seranserê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê yên heyî li Başûrê Kurdistanê, cidî bigire. Li dijî dagirkeriyê, li çar parçeyên Kurdistanê, metropolên Tirkiyeyê, di serî de Ewrûpa, Kurdên li seranserê dinyayê zend û bendan vemalin. Li hemberî operasyoneke dagirkeriyê bêdengiyeke di vê astê de ji bo Kurdan hemûyan tehlûke ye. Neketina rojeva hêzên siyasî yên Başûrî ya vê dagirkeriyê û nekirina ku gel zend û bendan bade, ne tişteke ku mirov fêm bike. Nabe ku di vê astê de bêdengî û bêhestiyarî hebe. Gelê Başûrê Kurdistanê, bêyî ku li helwesta hêzên siyasî binihêre, divê li her derî bikeve nava tevgerê. Divê destûrê nedin ku operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk berfireh bibe. Ji bo derxistina ji deverên dagirkirî ya hêzên qirrker û ji bo rakirina tevahiya baregehên eskerî, gel divê li her derî bikeve nava tevgerê.

Hêzên siyasî yên Başûrî ji bo gerîlayên HPG´ê pirsgirêkan derdixin û dibêjin, li filan deverê wiha tevnegerin, beramberî hêza dagirker a dijminê Kurdan û qirrker bêdeng dimînin, ev yek cesaretê dide dagirkeran. Ti hêza siyasî ya Kurd nabe ku ji gotinên dewleta Tirk ên weke "Em ne li dijî Kurdan in, li dijî PKK´ê ne" bawer bike. Ji ber ku halê hazir, ji bo Tirkiyeyê astengiya li pêşiya qirrkirina Kurdan a herî mezin PKK ye, gotarên bi vî rengî yên xapînok bi kar tîne. Dema ku PKK bê tesfiyekirin, wê hingê hêzên din ên siyasî yên Kurd ji xwe re weke tehlûke bibîne. Mirov rabe hizir bike ku dewleta Tirk a ku di nava sînorên xwe de pirsgirêka Kurd nikare çareser bike, wê bi rengekî din hereket bike, ev ê bibe xeflet. Lewma, divê dijminatiya li dijî Kurdan a faşîzma AKP-MHP´ê pirr baş bê dîtin û li hemberî êrişkariya vê desthilatdariyê divê mirov bibe xwedî helwêst. Divê êdî ew helwestên sist û nehestiyar ên ku paşê mirov poşman dikin, nemînin.

Mêhtingerên qirrker siyaseta parçekirin û li dijî hev bikaranîna Kurdan daye ber xwe. Ev, pêkanîna wê siyasetê beramberî hêzên siyasî ye ku Osmaniyan bi sedsalan li dijî eşîran tetbîq kir. Osmaniyan timî li dijî eşîrên Kurd ên xurt, eşîrên din bi kar anîn. Heger paşê yekî din xurt bûbe, bi siyasetên bi heman rengî bi wî re jî miamele kiriye. Lewma, divê ti hêza Kurd bi lîstika dijminatiya dewleta Tirk a li dijî PKK´ê nexape, nebe xwedî helwestên ku cesaretê bide êrişên li dijî PKK´ê. Dersa herî esasî ya ku dîroka Kurdan fêrî hemû Kurdan kiriye, ev e. "Ma ku ji dîrokê ders bihata girtin, ew qet dubare dibû?"

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA