Derewa polîs derkete holê
Derewa polîs derkete holê
Derewa polîs derkete holê
Li Enqereyê sala borî polîsê ku Cem Aygun kuştî di îfadeyên xwe de gotibû, “lingê min şemitî, ez ketim, gule teqiya” lê rapora Tiba Edlî ew derewîn derxist. Di raporê de hate diyarkirin ku, guleya ku Aygun kuştî, ji çeka kesekê ketî derneketiye.
Di doza Cem Aygun yê ku bi hinceta ji hişyariya raweste, ne rawestiya û hate kuştin, pêşketinek ecêb çêbû. Derket holê ku îfadeya polîsê binavê Fatîh Yilmaz yê Aygun kuşt ya “lingê min şemitî, ez ketim, gule teqiya” derewe. Di rapora otopsî ya ji aliyê Tiba Edlî ve hatî amadekirin, hate diyarkirin ku guleya kujer li pişta Cem ketiye û di bin zikê wî de derketiye. Hate ragihandin ku, guleyek wisan ji çeka kesekî ketî erdê dernakeve. Weke din di dadgehê de şahidekî din jî anî ziman ku, polîs ne lingên Cem hedef girt, bedena wî hedef girt û gule barand.
Polîs Fatîh Yilmaz ku di dadgehê de yekem car parastina xwe kir û got, li ser giliya hevalê Cem Aygun hatine ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Keçîoren û kontrola GBT’yê kirine. Yilmaz diyarkir ku, dema Cem zanî têlêgerîn dest bi revê kir, li ser hişyariya raweste ne rawestiya hevalê min yê polîs 2 gule teqand hewa û min jî 3 gule teqand hewa. Fatîh Yilmaz di îfadeya xwe ya dozgeriyê de gotibû, dema ku Cem reviya destê xwe avêt kêleka xwe, me gûmankir û çeka wî heye. Yilmaz ku ev îfadeya xwe li dadgehê sererast kir got, “Di destê wî de çek tune bû. Ti tevgerên wî yên ku mirov bêje çek li gele çênebû.”
Mustefa Sari jî ku di nava şahidên bûyerê de bû, da zanîn ku polîsê bersûc gule ne avêt lingê Cem, gule avêt bedena wî. Heyeta dadgehê daxwaza girtina polîs, bi hinceta ku gûmana rev û windakirina delîlan tuneye red kir.
Dadgehê biryar girt ku, ji bo bizanin gule çawa li bedena Cem ketiye û derbaz kiriye bi awayekî şema nîşa bikin, nivîsekê ji Saziya Tiba Edlî re binivîsin û axaftinên bi bêtêlê yên di roja bûyerê de bersûc kiribûn hatin xwestin.