Derewa MÎT'ê û PDK'ê ya 'revandina zarokan' pûç bû

Operasyona xapandinê ya MÎT û PDK'ê, ku bi navê "PKK, YPG/YPJ, QSD zarokan direvîne" pûç bû.

Îstixbarata Tirk û PDK ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) krîmînalîze bikin, dest bi operasyona xapandinê ya bi navê 'revandina zarokan' kiribûn, lê ev derewan wan li bin guhê rastiyê ket.

Li malpereke nêzî îstîxbarata PDK'ê di 4'ê Çileyê de bi sernavê "Wêne û nasnameya 25 zarokên ji aliyê PKK'ê ve hatine revandin, hatin parvekirin' nûçeyek hat weşandin.

Hesabekî li ser medya dîjîtal nûçegihaniyê dike Proaktîf Atolye ( @ProaktifAtolye ) jî xwe gihand wan zarokên ku dihate îdîakirin hatine revandin û malbatên wan.

Bi vê xwegihandinê û hevdîtinê re derewên navborî careke din eşkere bûn.

Di hevdîtinên Proaktîf Atolyeyê de eşkere bû ku beşeke mezin a zarokên qala wan tê kirin li cem malbatên xwe ne, gelekan jî serî li hêzên leşkerî dane lê belê ji ber ku temenê wan biçûk e, hatine vegerandin.

Proaktîf Atolyeyê bi sernavê "Gelo PKK zarokan direvîne? Gelo QSD, YPJ û YPG bi zorê çekê dide zarokan? Me ev mijara ku MÎT-PDK-ENKS û hin rojnamevan giraniyê didin ser, ji bo we dan hev. Me zarok û malbatên wan dît û bi wan re hevdîtin kir. Temamiya hevpeyvînan li floodê ye" floodek amade kir. Hin ji encamên vê hevdîtinê wiha ye:

Diyar Fûad Ehmed ê ku hate îdîakirin hatiye revandin wiha got, "Ez nehatim revandim. Bi îradeya xwe çûm. Tevî ku min israr kir, ez vegerandin malê. Dema ku bûm 18 salî ez ê dîsa biçim." Dayika wî jî dibêje, "Kurê min li malê ye. Diçe dibistanê." Bavê Diyar jî têkildarî îdîayan dibêje, "Lanetê lê dikim. Yên ku xwîna wan firotî ye, bila îftirayan nekin."

Lîna Abdulbakî ku hate îdîakirin hatiye revandin, wiha got, "Ji bo şerê li dijî DAÎŞ'ê min xwest tevlî hevalan bibim. Piştî ku heval pê hesiyan ku temenê min biçûk e, ez şandin malê." Bavê Lîna ku endamekî QSD'ê ye vê pirsê dike, "Gelo min keça xwe revand?" û wiha dewam dike, "Ez bi xwe endamekî QSD'ê me. Eger ev îdîa rast bin, wê demê min bi destê xwe keça xwe revandiye."

Cûdî Adnan ku hate îdîakirin hatiye revandin, wiha got, "Ez bi îradeya xwe çûm. Hevalan gotin, kengî mezin bûm dikarim bêm. Deriyê partiyê timî li me vekiriye." Dayika Cûdî jî wiha dibêje, "Zarokên ku dibînin ji her alî ve li dijî Kurdan şer tê kirin, bi îradeya xwe digihêjin YPG'ê."

Ronîda Darî jî ku hate îdîakirin hatiye revandin, ji ber ku temenê xwe biçûk bû serlêdana wê nehate qebûlkirin. Ronîda Darî got, "Bi daxwaza xwe çûm gel YPJ'ê. Ji ber ku zarok im, ez vegerandin." Dayika Ronîda jî operasyonên derewîn ên kesên bi aqlê îstîxbarata Tirk tevdigerin, wiha kifş kir: "Zarokek bihilkume jî di çapemeniyê de dibêjin, Apoyiyan ew xist. Ji bo gel ji partiyê dûr bixînin şerê psîkolojîk dimeşînin."

Yek ji zarokên ku hate îdîakirin hatiye revandin Fethî Mihemed e. Bavê wî got, "Beriya heşt mehan zarokê me çû. Bi îradeya xwe çû. 12-13 rojan ma. Hevalan ew anîn. Kurê me niha li vir e." Dayika wî jî got, "Xwedê ji wan razî be. Kurê me vegerandin. Niha li mala xwe ye, li gundê xwe ye, karê xwe dike."

Esrîn Mihemedî ya ji Rojhilatê Kurdistanê jî yek ji wan zarokan e ku hate îdîakirin hatiye revandin. Bavê wê diyar kir ku rejîma Îranê bi zorê belgeyek bi wan dane îmzekirin ku keça wan hatiye revandin, li ser vê yekê wan koçî Başûrê Kurdistanê kirine û got, "Keça min bi xwe tevlî bû. Di bombardûmana artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Bi hîleyên zaliman nexapin."

Proaktîf Atolye bi malbatên Hêlîn Fehd, Rênas Tahir, Kewser Elî û Dijwar Xelîl re jî hevdîtin kir û cih da daxuyaniyên malbatan. Malbatan diyar kirin ku zarokên wan nehatine revandin û nûçe û îdîayên hatine weşandin ji bo reşkirina PKK, YPG, YPJ û QSD'ê ne.

Tevî ku QSD, YPG û YPJ'ê mohra xwe danîne binê Peyman Cenevreyê û soz dane ku zarokên kêmî 18 salî tevlî karên leşkerî nakin, dewleta Tirk û PDK bi rengekî koordîneyî operasyona xapandinê dimeşînin.