Derbarê rojnamevan Arzû Demîr a bi sedema roportaj li gel Yuksekdag kiriye, doz hat vekirin

Di derbarê rojnamevan Arzû Demîr ji ber sedema roportaja di meha Tebaxê bi Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag re, bi îdîaya “Propagandaya PKK’ê kiriye” doz hat vekirin.

Derbarê rojnamevana ETHA û ANF’ê Arzû Demîr bi sedema li gel Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag roportaj kiriye doz hat vekirin.

Rojnamevan bi îdîaya “Propagandaya PKK’ê kiriye” tê sûcdarkirin.

Doza li 13. Dadgeha Cezayê Giran a li Stenbolê, 3 roportajên Demîr weke “Delîl” cih girt.

Roportajên ETHA û ANF’ê yên ku weşandin rojnameya Atilim weşandibû. Piştî meha Hezîranê hemû malperên rojnameyê hatibû lêpirsîn.

Yek ji roportajên wê di meha Tebexê de li gel Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag kiribû û nirxandinên siyasî kiribû. Roportaj bi sernivîsa “Destpêkê muzakere destpê bikin” hatibû weşandin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Emrah Emekçî, roportaja tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û roportaja bi Serokê Meclîsa Gel a Varto ya li ser xwerêveberiyê jî di dosyayê de cih girtiye.

DOZGER GOT ‘WÊ POLÎS ÎFADEYÊ BIGIRE’

Li aliyê din li gel Arzû Demîr wê xwediyê Weşanxaneya Ceylan Tûncay Mat bi sedema pirtûka bi navê “Di şer de di aştiyê de, di heskirinê de rewşa jinê” di çarçoveya lêpirsînê de ji bo îfadedayînê, îro çûn Edliyeya Çaglayan.

Lê, dozgerê lêpirsîn dayî destpêkirin Gokhan Yolasigmaz bi îdîaya “Propagandaya PKK’ê kiriye” got: “ Min ferman da polîsan, îfadeyê wê bidin polîsan”, îfade nehat girtin. Îfadeya Demîr û Mat jî nehat girtin.