Derar û Muslim li Brukselê civîna çapemeniyê li dar xistin

Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim û Hevserokê Meclîsa Sûriyea Demokratîk Riyad Derar, li ser êrîşên li dijî Efrînê li Brukselê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Li ser êrîşên Tirkiyeyê yên ji bo dagirkirina Efrînê, li paytexta Belçîka Brukselê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Hevserokê berê PYD'ê Salih Muslim got, Erdogan gefê li tevahiya cîhanê dixwe.

Civîna çapemeniyê li Klûba Çapemeniyê ya Ewropayê ya li Brukselê pêk hat. Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar û Hevserokê berê yê PYD'ê û Berdevkê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim tevlî civîna çapemeniyê bûn.

Salih Muslim êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê nirxand û diyar kir ku Tirkiye li dijî guhertineke demokratîk a li herêmê ye.

Muslim işaret bi kuştina sivîlan kir ji ber êrîşên dewleta Tirk û got, ji ber bomberdûmana giran a bê navber a Tirkiyeyê bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Salih Muslim got, "Em Sûriyeyeke demokratîk dixwazin, çareseriyeke federal a demokratîk pêşniyar dikin" û anî ziman ku Tirkiye çareseriyeke demokratîk red dike.

Muslim komkujiyên li Rojava hatin kirin şermezar kir û bi bîr xist ku Tirkiye endamekî NATO ye û bi Yekîtiya Ewropayê re danûstandinên ji bo endametiyê dimeşîne. Muslim nerazîbûn nîşan da ku li pêşberî kuştina sivîlan bi destê endamekî NATO'yê bêdengî heye.

Muslim got, "Ev zîhniyeta Erdogan ne tenê ji bo Kurdan û Rojava tehdît e, her wiha gefê li tevahiya cîhanê dixwe. Erdogan li ser aştî û ewlekariya tevahiya cîhanê tehdît e."

DAÎŞ BI DESTEKA TIRKIYEYÊ ÊRÎŞ DIKE

Hevserokê MSD'ê Riyad Derar jî bi bîr xis tku şoreşa dema dawî li Bakurê Sûriyeyê pêk hat rewşa herêmê guherand.

Derar işaret bi dagirkeriya DAÎŞ'ê ya li Reqa û Dêra Zorê kir û got, "DAÎŞ bi desteka ku ji Tirkiyeyê digire êrîşî Kurdan dike."

Di dewama axaftina xwe de Derar got, "Hemû komên tund ên li bakurê Helebê mîna DAÎŞ'ê xwedî heman zîhniyetê ne. Ez ji gotinên xwe piştrast im. Ez li Seydnaya mam, min ev dît. Ev kom hemû ji komkujiyê, ji kuştinê, ji parçekirina bedena mirovan bawer dikin. Mafên mirovan nas nakin."

TERORÎST KÎ YE?

Derar pirsa "Kî terorîst e?" kir û işaret bi Tirkiyeyê kir: "Ji axa me fîşekek jî ber bi Tirkiyeyê ve nehatiye teqandin. Efrîn herêmeke ewle ye, gelên cuda li vê derê bi rengekî aştiyane dijîn. Nêzî nîv milyon penaber lê dijîn."

Derar got, "Em gelê aştiyê ne, em dixwazin bi hemû gelên Sûriyeyê re di nava aştiyê de bijîn. Em dixwazin bi hemû cîranên xwe re di nava aştiyê de bin."

Di civîna çapemeniyê de her wiha sûcên ku Tirkiyeyê heta niha li Efrînê kiriye bi rêya slaytê hatin nîşandan. Her wiha li ser heman mijarê dosya hatin pêşkêşkirin û di van dosyayan de navên 180 sivîlên ji ber êrîşên Tirkiyeyê şehîd bûn yek bi yek hatin dayin.