Dêra Ortodoks a Rûs: Femînîzm bi xetere

Dêra Ortodoks a Rûs: Femînîzm bi xetere

Patrîkê Kîrîl yê serê Dêra Ortodoks a Rûsyayê îdia kir ku, femînîzm pir bi xetere û got rola jina ewe ku bi ‘malê û zarokan re mijûl bibe’.

Ji Dêra Ortodoks a Rûsyayê daxuyaniyeke ku dijminahiya azadiya jinan dike hat. Patrîkê Kîrîl dema ku bi rêxistineke jinan a Ortodoks re hevdîtin dikir wiha got: “Ez fenomena ku wek femînîzmê tê binavkirin pir zêde bi xeter dibînim.”

Patrîk îdia kir ku, rêxistinên femînîst bi gotinê azadiya jinê dixwaze û wiha pê de çû: “Mêr bi derve re mijûl dibe. Dixebite. Divê pere qezenc bike.  Jin jî li malê dimîne û zarokên xwe mala xwe re mijûl dibe. Ger ev rola jinê ya hatiye bicihkirin xirab bibe, di encamê de dê her tişt hilweşe: Malbat û welat.”