Der Tagesspiegel: Divê Enqere baweriyê bide Kurdan
Der Tagesspiegel: Divê Enqere baweriyê bide Kurdan
Der Tagesspiegel: Divê Enqere baweriyê bide Kurdan
Rojnameya alman Der Tagesspîegel di nûçeya xwe de diyar kir ku vekişîna gerîlayên HPG’ê ya di 8’ê Gulanê de ji sînorê Tirkiyeyê aliyekê nû bi aştiyê daye qezenckirin û got: “Ji bo ku şîdeta piştî 1999’an pêk neyê divê Enqere baweriyê bide kurdan. Nezelalî û îfadeyên faşîzan yên Enqereyê dibe ku zirarê bide pêvajoya aştiyê.”
Rojnameya Der Tagesspîegel ya li navenda w êli Berlînê ye di hejmara xwe ya îro de vekişîna gerîlayên HPG’ê ya di 8’ê Gulanê dest pêkiriye û pêvajoya çareseriyê nirxand.
Nûçegîhanê rojnameyê Thomas Seîbert ku duh li Stenbolê dayikên ku zarokên wan çûn gerîla şopand nûçeyek nivîsî û balkişand ser pêvajoya çareseriyê û fikarên kurdan.
Di nûçeyê de hate diyarkirin ku di 8’ê Gulanê de vekişîna gerîlayan a devreyê sînor destpêkiriye û got vê pêşveçûnê aliyekê din li pêvajoya aştiyê daye qezenckirin û her wiha fikarên dayikên ku zarokên wan çûne gerîla jî cih girt.
Gotinên dayikên kurd yên wekê; Em ne bi Erdogan û Hikûmeta wî em bi Ocalan awerin û got: “ Kurd piştî şerê 30 salî dizanin ku aştî li ber derê ye. Lê naxwazin bên xapandin. Fikara wan a wek piştî salên 1999’î heye. Naxwazin careke din tiştekî wisa bijîn.
Her wiha balkişand ser mafên zimanê dayikê û da zanîn mafê herî rewa yên kurdane û got: “Li beramberê vekişîna gerîlayan nayê zanîn ku hikûmeta tirk çi pêngavê bavêje. Her wiha gotinên nîjadperest yên ji Enqereyê tên jî dibe ku zirarê bide pêvajoya aştiyê.