Der heqê hevserokên HDP’ê yên navçeyê de biryara girtinê

Der heqê hevserokên HDP’ê yê Bûca û Konakê de biryara girtinê derket.

Li 8 navçeyên Îzmîrê 20’ê Adarê di serdegirtinên hemwext ên 32 navnîşanan de ji 22 kesên hatibûn binçavkirin, 23’yê Adarê 8 kes li dadgehê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.

Dozgerê Buroya Sûcên Bi Rêxistinî Hîdayet Kaya ku lêpirsîn dimeşand, li hember serbestberdana 14 kesên ku Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Bûca Cevdet Arga û Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Konakê Masûm Koç jî tê de bûn, îtîraz kir. Li ser îtîrazê jî Hakimtiya Sûlh Ceza der heqê Koç û Arga de biryara girtinê da.

Piştî girtinê Argan şandin girtîgehê, hate diyarkirin ku hê li Koç digerin.