Der barê polîsên li Ethem dan serlêdana sûc hat kirin

Der barê polîsên li Ethem dan serlêdana sûc hat kirin

Malbata Ethem Sarisuluk, der heqê polêsên ku kurê wan bi giranî birîndar kir, doz vekir.

Di gilînameyê de hat ragihandin ku polêsan bi zanebûn gule berdane serê Ethem ê hînê nehatiye ser hişê xwe û hat xwestin, ku berpisryar werin girtin. Birayên Sarisuluk Mûsfafa, Cem û Îkrar Sarisuluk bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Enqerê da û gotin, "Polêsên hewl dan bi çeka xwe mirovan bikujin, amîrên wan ên fermana dijwariya polêsan dan û amîr û polêsen li hemberî vê bûyerê bêdeng man, hemû gumanbarin."

Di gilînameyê de hat xwestin ku polêsê Ethem birîndar kiriye were cezakirin.