Denîz Kaya: Çaran li hemberî wehşetê dil û bedena xwe kirin sîper
Denîz Kaya: Çaran li hemberî wehşetê dil û bedena xwe kirin sîper
Denîz Kaya: Çaran li hemberî wehşetê dil û bedena xwe kirin sîper
Denîz Kaya diyar kir ku, ji pêşengên PKK'ê Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik ên li Girtîgeha Amedê bi armanca îşkenceyan şermezar bikin bedenên xwe dan ber agir li hemberî wehşetê dilê xwe û bedenên xwe kirin mertal.
Li ser navê girtiyên PKK û PAJK Denîz Kaya têkildarî salvegera Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik ên weke "Çaran" tên binavkirin û bi armanca şermezarkirina îşkenceyên di dema darbeya 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê pêk dihatin bedenên xwe dan ber agirî daxuyaniyekî nivîskî weşand. Kaya anî ziman ku, li Girtîgeha Amedê li hember wehşetê Çaran dil û bedenên xwe kirin sîper û wiha got:
"Qêrîna azadiya çar dilên a serkeftinê meşaleya berxwedanê ya PKK'ê li çar parçeyên Kurdistanê bû sekna dîrokî ya neteweyî. Ji gelên kevnar ên Mezopotamyayê Gelê Kurd ji nû ve bi kevneşopiya berxwedanê derket holê û bi felsefeya jiyana bi rûmet a çanda berxwedanê ji me re hate hiştin." Pêşeng û avahîsazê vê berxwedanê bê gûman Serok Apo û rêhevalên bi lehengî berxwedanin. Çalakiya Çaran a li hemberî pêkanînên dijmirovahiyê yên di darbeya 12'ê Îlonê de pêk dihatin nîşaneya vê berxwedanê ya herî şênbere.
Ferhat, Necmî, Akîf, Mahmut her yek dilek ji agir û meşaleyekî azadiyê ne. Her yek perçeyekî Kurdistanê ne. Ji çar dilan çar perçeyên Kurdistanê çêbûn. Paşroji bi pêşerojê ronî kirin. Agirê Çaran teslîmeyet bi berxwedaniyê têk birin. Em di şexsê Çaran û Heqî Karer hemû legehên meha gulanê bi mînet û rûmet bi bîrtînîn û soza li hemberî wan çareke din dubare dikin.