Denîz herîkîn Dolmabahçeyê
Partiyên Sosyalîst û rêxistinên ciwanan, ji rêberên nifşên 68’an Denîz Gezmîş, Yûsûf Înan û Huseyîn Aslan ê 44 sal berê hatin darvekirin, bi meşên ji ber AKM’ê heta Dolmabahçeyê ve bi bîr anîn.
Partiyên Sosyalîst û rêxistinên ciwanan, ji rêberên nifşên 68’an Denîz Gezmîş, Yûsûf Înan û Huseyîn Aslan ê 44 sal berê hatin darvekirin, bi meşên ji ber AKM’ê heta Dolmabahçeyê ve bi bîr anîn.
Partiyên Sosyalîst û rêxistinên ciwanan, ji rêberên nifşên 68’an Denîz Gezmîş, Yûsûf Înan û Huseyîn Aslan ê 44 sal berê hatin darvekirin, bi meşên ji ber AKM’ê heta Dolmabahçeyê ve bi bîr anîn. Rêxistinên Ciwanan meşa yekem li dar xistin, dirûşme qîr kirin. Partiya EMEP’ê jî bi revê ji Stada Beşîktaşê daketin Dolmabahçeyê, soza mezinkirina têkoşîna Denîzan da.
Ji rêberên nifşên 68’an Denîz Gezmîş, Yûsûf Înan û Huseyîn Aslan ê 44 sal berê hatin darvekirin, bi meşên ji ber AKM’ê heta Dolmabahçeyê ve hatin bibîranîn. Meşa yekemîn ji aliyê rêxistinên ciwanan hate lidarxistin. Rêxistinên ciwanan di pêşengiya Meclîsa Ciwanan a HDP’a Stenbolê li hev kom bûn, bi wêneyên Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan û bi pankartan ji AKM a Taksîmê heta Dolmabahçeyê meş li dar xistin.
‘EM Ê NÎZAMA HOV HILWEŞÎNIN’
Bîranîna duyem jî ji aliyê Partiya EMEP’ê bi meşalayan bi reva ji Stada Beşîktaşê heta Dolmabahçeyê hate lidarxistin. Di bîranînê deqeyek rêz hate girtin. Piştre nameya nameya ku Denîz Gezmîş ji bavê xwe re nivîsîbû hate xwendin. Herî dawî rêvebera ciwanan a EMEP’ê Elîf Ergîn axivî, wiha got: “Em ê vê ala têkoşînê ya Denîzan ji me re hiştine bilindtir bikin û vê nîzama hov hilweşînin.”